Serokkomar: Iraq di asayîşa navdewletî de roleke girîng dilîze
Îraq 12:34 PM - 2024-03-26
Buroya Çapemeniyê ya Serokomariyê
Civînên Serokkomar bi boneya Meha Remezanê
Serokkomarê Iraqê li Koşka Selam a Bexdayê pêşwaziya baliyoz û nûnerên şandên dîplomatîk ên erebî û îslamî li Iraqê kir ,di xêrhatina balyozan de bi helkefta hatina meha Remezanê pîrozbahî li balyozan kir û hêviya serkeftinê û aramî û asayîş ji bo netewe û welatên wan xwest.
Serok her wiha pêzanînên xwe ji bo hewlên balyozan nîşan da ku ji bo bihêzkirina peywendiyan û pêşxistina rêyên hevkarî û hevahengiyê di navbera Iraq û welatên wan de ji bo bidestxistina berjewendî û xwestekên hevbeş bi gihandina Nêzîkbûna nêrînên welatên bira û dost ji hev re û hewlên wê ji bo pêkanîna ewlehî, aramî û aştiyê li ser asta navçeyî û navdewletî û herwiha piştgirîkirina avakirina pirojeyên hevbeş ên aborî û bazirganî ku sûdê li herêmê bike.
Serokkomar Cemal Reşîd got:‘’Iraq xwedî hawîrdoreke girîng a sermayerazandinê ye, di vê çarçoveyê de pêngavên hikûmetê yên ji bo piştgirîkirina sermayerazandinê û sektora taybet di derbarê pêşhatên li herêmê de û serokomar bal kişand ser pêwîstiya rawestandina êrişên li dijî Xezeyê û xebata ji bo rizgarkirina gelê Filistînê ku rûbirûyê herî xirab sûcên dijî mirovahiyê ne.’’
Wî her wiha bal kişand ser wê yekê ku heta mafên gelê Filistînê tam neyên dayîn û dewleta wan li ser axa xwe ava nebe ewlehî û aramiya navçê pêk nayê.
Ji aliyê xwe ve, balyozan piştegiriya welatên xwe ji hewlên Iraqê re bo pêkanîna ewlehî û aramiya navxwe û rola wê ya giring li navçeyê nîşan dan û tekez li ser xwesteka welatên xwe ji bo bihêzkirina peywendiyan û hevkariyê ligel Iraqê di warên cuda de kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

