Xanima Yekem banga bilindkirina rola jinan di medyayê de dike
Kurdistan 09:42 AM - 2024-03-28
Mekteba Ragihandê yê xanima yekem a Êraqê
Civîna xnima yekem li gel rojnemevanên jin
Xanima Yekem Şenaz Îbrahîm Ehmed banga
pêşxistina bername û planên piştgirî û bihêzkirina jinan li hemû saziyên
ragihandinê kir.
Di civînekê de ku Xanima Yekem Şanaz Îbrahîm
Ehmed li hola Xak a Silêmaniyê bi komek ji jinên pispor ên medyayê re
lidarxistibû û bi wan re behsa rola jinan di warê ragihandinê de û awayên
rûbirûbûna wan di saziyên ragihandinê de hat kirin.
Xanima Yekem got: Rêjeya nûneratiya jinan di
dezgehên ragihandinê de her diçe zêde dibe û ev yek cihê dilxweşiyê ye, û diyar
dike ku derfetên baş ji jinan re hene, û wan kariye astengiyan derbas bikin û jêhatîbûna
xwe di warê medyaya dîtbarî, dengî, nivîskî û çapemenî de derxe, ji ber ku jin
di şopandina medyayê û di ragihandina agahiyan de rolek erênî û berbiçav
dilîzin.
Herwaha got: Jinek di ragehandinê de, çi
ragehandinek be, çi pêşkêşkara bername, çi peyamnêr be, çi pispor be di mekteb
de, pêwîstiya wê bi piştevanek niştimanî heye, da ku erkên xwe bi cîh bîne, karîn
û şiyanên xwe diyar bike û pirsgirêkên ku li pêşiya wê dibin asteng di warê
medyayê de derbas bike.
Xanima Yekem tekez kir ku jin di warê
ragihandinê de bi ked gelek kar dikin û hin ji wan rastî gelek astengî û
pirsgirêkan tên û divê em piştevan bin û destê alîkariyê bidin wan. Her çiqas
hûn nûneratiya saziyên ragihandinê yên cuda bikin jî, ez ti cudahiyê nakim
navbera we û serkeftinê ji we hemûyan re dixwazim, divê ji hev re bibin
piştgir.
Xanima Yekem Şenaz Îbrahîm Ehmed tekezî li ser
pêwîstiya damezrandina saziyek mîna rêxistinên femînîst kir ku tê de jinên ku
di qada ragihandinê de dixebitin, bêyî ferq û îdeolojiya wan, ji bo kêmkirina
ferqa di navbera jin û mêran de di warê ragihandinê de. beşdarî yekkirina dengê
femînîst dike û ji bo bihêzkirina wan û parastina mafên wan di nav saziyên
medyayê de bixebite.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

