Rûssiya bi germayî di asta bilind de pêşwaziya Serok Bafil kir
Kurdistan 08:30 PM - 2024-03-29
Malpera Wezareta Derve ya Rûsyayê
Serok Bafil li Moskovayê bi Lavrov re dicive
Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê Sergey Lavrov 28ê Adarê pêşwaziya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî ku ji bo serdaneke li Moskowê ye, kir.
Di hevdîtinê de mijarên xurtkirina peywendiyên kevneşopî yên dostane yên Rûsiya-Iraqê hatin gotûbêjkirin, di çarçoveya pêşdebirina pêşkeftina hevkariyên curbicur û sûdmend bi Herêma Xweser a Kurd li Iraqê re.
Her wiha li ser mijarên niha yên Rojhilata Navîn û bi balkişandina li ser rewşa Kurdistana Iraqê û Iraqê bi tevayî pevguhertina bîr û ramanan hat kirin. Di heman demê de piştgirî ji hewlên ji bo dabînkirina serwerî û yekparçeyiya axa komara Iraqê û rêzgirtina li destûra bingehîn a Iraqê û nepejirandina vê welatê pirneteweyî bo meydana rûbirûbûna hesaban û rûbirûbûna dewletên sêyem hate piştrastkirin.
Di heman rojê de li Wezareta Derve ya Rûsyayê şêwirînên berfireh bi B. Talebanî re ji aliyê Nûnerê Taybet ê Serokê Federasyona Rûsyayê bo karûbarên Rojhilata Navîn û welatên Afrîkayê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê M. L. Bogdanov ve hatin kirin.
Ji Serok Mam Celal bo Serok Bafil pêyîwendiyekî 70 salî gel Moskow
Remezan Kerîm pisporê siyaseta Russia ji PUKMEDIA re rahihand:,,Serok Bafil wekû Serokek xwedan 4 astên bilind hat pêşwazî kirin ;Yekem –Serokê mezintirîn partî li Kurdistana Başûr .Duyem;Serokekî bihêz li Kurdistana Başur.Sêyem;Serokekî diyar li seranserê Iraqê.Çarem;Serokekî xwedan helwest li Rojhilata Navîn de û bi tayîbet di mesela Kurd de.Ev yek di ragihandina Fermî ya Wezîrê Derve yê Federasyona Rûsyayê behsa serdana Serok Bafil kir bi hemû zimanên di malpera fermî de ku hatiye weşandin di nav de erebî û çendîn zimanê din, watedariya vê serdanê û pêşwaziya asta bilind bi ptokolê dewlet dide ku cîhê xwe girt nîşandide.’’
Kerîm her wiha got:’’Serok Mam Celal wekû serokê xwendevan û ciwanên Iraqê û Kurdistan serdana Moskow kir di 28ê tîrmeha 1957an de, li bilindahiya germahiya Khrushchev, li Moskowê VI Festîvala Cîhanî ya Ciwan û Xwendekaran dema vebû, ku ji 131 welatan 34 hezar kes beşdar bûn.Pistra bi bê navber li dirêjayî 70 sale ev peyîwendî berdewame ji Serok Mam Celal bo YNK û niha jî serok Bafil dirêje pê dide.’’
,,Salanê 2004 an Serok Mam Celal wekû berpirsê Meclîsê Huqum Iraqê serdana Moskow kir û fermi gel Serok Pûtîn civiya.Wate Ev pêyîwendî kevine û kûre.,,Remezan Kerim got.
Beşa Russia li Radio Dengê Rûsyayê û PUKMEDIA
''Bi pêşniyara Serok Mam Celal li Russia sala 2008 zimanê kurdî di Yek ji radyoyên navdar li cîhanê radyoya Dengê Rûsyayê hat vekirin , ev radyo bi 40 zimanên biyanî bernameyên xwe li ser pêla kurt û pêla FM diweşîne, ku yek ji wan zimanan bû zimanê Kurdî û ji sala 2008ê ve tê weşandin.Colya Seîd pispora dîrokê ye. Serpeyiştiyara beşê kurdî ye li radyoya Dengê Rûsyayê ye û jineke rûsî ye. Lê hevserê wê Kurd e nûnerê YNKê bû Dr.Şoreş Seyîd.Li heman dem li sala 2008 li Silêmanî li zimanhalê fermi YNKê malpera PUKMEDIA zimanê Russî hat vekirin ku yekem bû li Kurdistan.Heman Sal serokwezîrê berê Russia dostekî Kurd Yêvgênî Prîmakov serdana Iraq û Kurdistan kir li ser dawetnameya Serokkomarê Iraq Serok Mam Celal bû.'' Da zanîn Kerîm
Di dawiyê de Remezan Kerîm got: Serok Bafil wekû Serokê YNK xwedan hêza Leşkerî,Ewlekarî û aborî ye Xak û Gel di zona Desthilatdariya YNK ê de pir mezine li ber ewa astekî Nîvçe Dewletet heye ji ber vê Russia ciddiyeta mesela baş zane û hesabê hûrd dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

