Ji Amerîkayê bo Herêma Kurdistanê: Divê hilbijartin bên kirin
Kurdistan 07:25 PM - 2024-04-16
PUKMEDIA
Ala Kurdistanê, Koşka Spî ya Amerîka, dengdan
Serokê Amerîka Joseph Biden bi Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî re civiya û li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên şefaf û adil li Herêma Kurdistanê di çarçoveya Iraqeke demokratîk de gotûbêj kirin.
Koşka Spî tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di roja ku ji aliyê Serokê Herêma Kurdistanê ve hatiye diyar kirin de ye û daxwaz dike ku êdî hilbijartin neyên paşxistin.
Koşka Spî: Biden piştgiriya hilbijartinên Herêma Kurdistanê dike
Koşka Spî di daxuyaniyeke hevbeş de ragihand, Serokê Amerîkayê Joseph Biden û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdan roja Çarşemê li Washingtonê civiyan û Serokê Amerîkayê piştgiriya xwe bo hilbijartinên azad, adil û şefaf li Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêşxistina demokrasiyê li Iraqê nîşan da.
Serok Bafil:Hilbijartin dê bingehên demokrasiyê xurt bike
Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pêşwaziya Banû Anu Sarela Balyoza Fînlandiya li Iraqê kir.
Di derbarê lidarxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê de, her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku hilbijartinên dadmend di dema xwe de bên lidarxistin û bibe çavkaniya aramiya siyasî, pêşketin û bihêzkirina bingehên demokrasiyê li herêma me.
Talebanî: Divê hilbijartin bên kirin û êdî paşve neyê xistin
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Balyozê Îtalya li Iraqê Maurizio Gringanti civiya û pêşhatên dawî yên di warê siyasî de bi taybetî pirsa hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê gotûbêj kirin.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr xema xwe ya derbarê proseya hilbijartinên bê ya Parlementoya Kurdistanê de ji bo aktîv kirina desthilatên yasadanîn bo xizmet kirina zêdetir ji welatiyan nîşan da û tekez li ser vê yekê kir ku em tekez li ser nêrîna xwe dikin û pêwîste hilbijartin were kirin.
Buroya Hilbijartinê û Neteweyên Yekbûyî : Hilbijartinan di dema xwe de pêk bînin
Buroya Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) tekezî li ser girîngiya lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Herêma Kurdistanê di dema xwe de kirin.
Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rizgar Hacî Hema bi amadebûna Serokê Desteya Kargêriya Hilbijartinan Hakim Sabir pêşwaziya Tîma Alîkariya Hilbijartinan a Neteweyên Yekbûyî kir.Şandeya Neteweyên Yekbûyî ji Serokê Desteya Hevkariya Hilbijartinê û şêwirmendan Hacî Nawrot, Crîto Dela Cruz û Aso Kakeyî pêk dihat.
Her du aliyan behsa hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê jî kirin û tekezî li ser lidarxistina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê di dema xwe de kirin.
Roja 3-3-2024, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo cara çarem biryarek da ku şeşemîn civîna hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di 10-6-2-2024an de birêva biçe.Di hilbijartinan de du hevpeymanî, 10 partî û 57 berbijêrên serbixwe beşdar bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

