Hewlêr û Bexda di tomarkirina binpêkirinan de di pêş de ye
Rêportaj 09:14 PM - 2024-04-24
PUKMEDIA
Azadiya Rojnamevanan
Wezareta Derve ya Amerîkayê raporta xwe ya salane ji bo
nirxandina mafên mirovan, azadî û rewşa çapemeniyê li cîhanê belav kir.Derbarê
Herêma Kurdistan û Êraqê de raporê destnîşan kir kurewşa azadiya derbirîn û
mafên mirovanpaşve çûye. Berpirsekî Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dibêjeLi
gor serdema serok Mam Celal mafên mirovan li welat kêm bûye û paşve çûye.
Binpêkirinên Asayîşê û hêzên ewlekariya navxweyî
Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li Silêmaniyê Kerwan Enwer di daxuyaniyekê de ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan PUKMEDIA re tekez kir ku: Rapora Wezareta Derve ya Amerîkayê amaje bi wê yekê dike ku li Êraqê 345 binpêkirin li dijî rojnamevanan hatine tomarkirin,li her du paytext (Hewlêr û Bexda) piraniya van binpêkirinan hatine kirin.
Kerwan Enwer her wiha got: Rexneyên ku li Hewlêrê ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve derbarê binpêkirinên li dijî rojnamevanan tên kirin, bi binpêkirinên hêzên Asayîşa Navxweyî û Asayîşê ve girêdayî ye û mijara rêgirtina li xwepêşandanên Hewlêrê jî mijareke dinê ku di raportê de hatiye behskirin.
Binpêkirinên li dijî rojnamegeran zêde bûne
Sekreterê Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê şaxê Silêmaniyê amaje bi wê yekê dike ku “ferq di navbera raporên Wezareta Derve ya Amerîkayê ya salên borî de li gorî raporta niha de heye, ji ber ku di raporta nû de amaje bi binpêkirinên li dijî bikarhêneran torên civakî hatiye kirin, û cudahiya danûstandina di navbera kenalên ser bi desthilatdariyê û kanalên ku desthilatdariyê naşopînin, weke gihandina agahiyan ji kanalên desthilatdariyê re û negihîştina agahiyan ji kenalên ne girêday desthilatdariyê.
Kerwan Enwer diyar kir, mijara girtina rojnamevan û çalakvanên Badînan, beşeke mezin ji raporta Amerîkî girtiye ser xwe û ev mijar bûye lekeyek reş li ser rûyê Herêma Kurdistanê, ji ber ku raport amaje bi dirêjkirina neyasayî ya dema zîndankirinê dike. girtina girtiyên Badînan bo demeke dirêj.
Berpirsê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê dibêje: “Eger em binpêkirinên ku li dijî rojnamevanan di navbera salên borî de û dema serokomariya Mam Celal a Êraqê hatine kirin bidin ber hev, ji me re xuya dibe ku ji nêrîneke navdewletî û herêmî li Êraq û navçeyê, Jîngehek ji bo rojnamegerî û karê rojnamevanî di dema Serok Mam Celal de jîngeheke paqij û saxlem bû û li gorî pîvanan bû, lê raportên ku di derbarê azadî û karê rojnamevaniyê de hatine belavkirin, niha nîşana paşveçûna azadî û mafên mirovan li herêmê ye. û ev jî navûdengê herêmê dixe asta nizm.
Desthilatdarên herêmê guh nadin hiqûqê
Nûnerê Girtiyên Badînan Îhan Seîd di
daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: Bi binpêkirina 13 xalên ragihandina
cîhanî ya mafên mirovan di dema danûstandina bi rojnamevan û çalakvan Şêrwan
Şêrwanî re, nîşana wê yekê ye ku desthilata Herêma Kurdistanê ne pabendî
rêkeftina navdewletî ye û dixwazin çapemenî li gorî berjewendiyên wan bixebite.
Îhan Seîd diyar
kir, em di wê baweriyê de ne ku piştî dilgiraniya raya giştî ya navxwe û civaka
navdewletî li ser van mijaran, divê zihniyeta serdest a polîs li Herêma
Kurdistanê biguhere û dawî li van binpêkirinan bîne ûku bandore li navûdengê herêmê
dike.
Wezareta Derve ya Amerîka: Tengkirina çarçoweya azadiyê
Rapora salane ya ku roja 22.04.2024ê ji
aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye belavkirin dibêje ji ber tengkirina
azadiyan di sala 2023an de ji aliyê hikûmeta federal û hikûmeta Herêma
Kurdistanê ve, rewşa mafên mirovan gelek xirab bûye.
Raporê amaje bi wê yekê jî kir: heta meha Gulana
sala 2023ê, 345 rewşên reftarên xirab li gel rojnamevanan li seranserî Êraqê
hatine tomarkirin û piraniya wan rewşan li Bexda û Hewlêrê hatine tomarkirin.
Di raporê de hatiye: Hêzên ewlehiyê yên desthilata
hikûmetê gelek xwepêşander û çalakvan girtine, ji bilî girtina bikarhênerên
torên civakî bi sedema belavkirina naverokên xerab, û bi van girtiyan re wek
terorîstan didin û distînin.
Rapora Amerîkî zêde dike: Li gorî raporên
rêxistinên civaka sivîl ên berevaniya mafên rojnamevanan: Hikûmeta Federal û
Hikûmeta Herêma Kurdistanê xetên Înternetê qut kirin û qanûnên nenas ji bo
cezakirina hin çalakvanan bikar anîn.
Rapor dibêje: Rêxistinên civaka sivîl piştrast
dikin ku her du hikûmet û hêzên girêdayî wan rûpelên medyaya civakî yên
çalakvanan dişopînin û ji ber wan tiştên ku belav dikin rûbirûyê acizî û
tawankariyê dibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

