Genimê cotkarên Herêma Kurdistanê 2 trîlyon dînar e
Kurdistan 05:22 PM - 2024-05-01
PUKMEDIA
Zeviyên Genim
Hikûmeta Iraqê dê 5.95 trîlyon dînar ji bo kirîna genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê û parêzgehên din ên Iraqê dabîn bike, li hember wê yekê 7 milyon ton genim bide, ku 2 milyon ton jî ji Herêma Kurdistanê
ye.Ji bo kirîna genim ji cotkarên Herêma Kurdistanê pêwîstiya hikûmeta federal bi 1.7 trîlyon dînar heye.Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di çarçoveya serdana xwe ya li gel şandeke pê re bo Bexdayê di kongreyeke rojnamevanî de ragihand. “Di salên borî de hikûmeta Iraqê rêjeyek 300 hezar ton genim ji cotkaran diyar kiribû, her çend ji ber bilindbûna berhemanîna genim rêjeyek zêde bû, lê îsal em daxwaz dikin ku ew rêje neyê diyarkirin.
Bihayê her tonek genim 850 hezar dînar e
Bihayê genim dê wek par be
‘’Berê her tonek 850 hezar dînar ji wan dihat standin.Biryare hefteya bê em careke din ligel Wezareta Çandinî, Serokatiya Parlamentoyê û lijneya Çandiniyê ya Parlamentoya Iraqê bicivin û bigihin biryara dawî.’’Wezîr got
Derbarê asta çandiniya Herêma Kurdistanê de, Bêgard Talebanî got:’’Şikir ji Xwedê re, me di piraniya berhemên çandiniyê de, li bazarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, heta di warê berhemên mirîşkan de, ewlekariya xwarinê bi dest xistiye, ku ev yek jî keyfxweşî û keda cotyaran e, lê dîsa jî pêwîstiya me heye û divê zêdetir kar bikin.’’
Li herêmê 2 milyon û 900 hezar donim erd genim e
Li gorî PUKMEDIA, îsal berhemanîna genim li Herêma Kurdistana dê bigihêje zêdetirî 2 milyon ton, ji ber ku rûbera 2.9 milyon donim zevî bi genim hatiye çandin, lê sala borî hikûmeta Iraqê 500 hezar ton genim wergirtibû.
Divê Kurdistan jî wek parêzgehên din ên Iraqê genim werbigire
Endamê Lijneya Çandiniyê ya Parlamentoya Iraqê Xerîb Ehmed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:’’Hikûmeta Iraqê biryar daye ku bi heman şêweyî bi cotkaran re reftar bike û cudahiyê neke, lewma em qebûl nakin rêjeyek kêmtir ji bo Herêma Kurdistanê li gorî parêzgehên din ên Iraqê, ku par 350-500 hezar ton genim ji cotyaran wergirtine. Xerîb Ehmed got ku divê rêjeya wergirtina genim vekirî be yan wek parêzgehên din ên Iraqê be.’’
Tê pêşbînîkirin ku îsal berhemanîna genimê Iraqê bigihêje heft milyon ton, ku dê bikaribe Iraq sînorê xwe têra xwe di warê genim de derbas bike û bişîne derve, ku pêwîstî bi 5.95 trîlyon dînar heye ji bo kirîna genimê hemû cotkarên Herêma Kurdistanê û Iraqê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

