Berpirsê navenda yasayî: Nêta Partî paşxistina hilbijartinan e
Kurdistan 10:28 AM - 2024-05-09
PUKMEDIA
Dengdan
Ji bilî
Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) navên 20 partî û hevpeymanan û (57) namzedên
serbixwe li Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan hatine tomarkirin û
amadekarî bo proseyê di demê xwe kiriye, Berpirsê navenda yasayî a Yekîtiya
Niştimanî dibêje: Nêta Partî rawestandina hilbijartinan bû û jê ditirse ji ber
wê navên namzedan pêşkêşî komisyonê ne kir.
Biryar bû di
10ê Gulanê de kampîna hilbijartinan dest pê bike, lê Mesrûr Barzanî roja 6ê
Gulanê li Dadgeha Federalî gilî vekir, Berpirsê Buroya Hilbijartinê ya YNKê
got: Bi pê yasayê nabe di wê demê de gilî were vekirin û wergirtina giliyê ji
aliyê dadgeha federalî bi qasî ku siyasî ye yasayî nîne.
Roja 14ê
Adara 2024ê dema dawî bû ji bo tomarkirina navên partiyên siyasî ji bo
beşdarîkirina di gera şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de, lê PDKê
navên namzedên xwe radest nekiriye û ji bo beşdariya di hilbijartinan de jî
navê xwe li komîsyonê nehatiye tomarkirin.
Partiyeke ku newêre, nabe hilbijartinan paşde bixe
Berpirsê Navenda Karûbarên Yasayî ya YNK’ê Teler Latîf ji PUKMEDIA’yê re axivî û got: Ji destpêkê ve dema ku navên namzedên xwe pêşkêşî komîsyonê nekir, mebesta PDKê paşxistina hilbijartinan bû, ne ku îtîrazê li ser ti madeyê bû, ji ber ku eger niyeta wan tunebû ku hilbijartinan asteng bikin, dikaribûn îtîraz li biryar û rênimayên komisyonê li berdem desteya paqijiyê bikin.
"Nabe partiyeke siyasî ku newêre beşdarî hilbijartinan bibe, bi hincetên curbecur hewl bide ku pêvajoyê paşde bixe û têk bide, lê heta duh partiyê bi biryarên dadgeha ku gilî kiriye bawer nedikir.
Gilî û daxwazên Yekîtî hene
Piştî ku Mesrûr Barzanî,
serokê hikûmetê, bi armanca paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê
doz li Dadgeha Bilind a Federalî vekir, li dijî Serokê Komîsyona Bilind a
Serbixwe ya Hilbijartinan bi armanca paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê,
Şalaw Kosret Resûl endamê Mekteba Siyasî û Serokê Lîsta Yekîtiya Niştimaniya
Kurdistanê li Hewlêrê, daxwaznameyek pêşkêşî Serok û endamên Dadgeha Bilind a
Federalî kir, ji bo parastina komîsyonê û lidarxistina hilbijartinan di roja
xwe ya diyarkirî de.
Şalaw Kosret
Resûl di daxwaznameya xwe de eşkere kir ku nabe
biryarên encumena komiseranwerin binpêkirin ji xeynî li pêş Desteya Dadweriya
Hilbijartinan derbarê xebatê piroseya hilbijartinê.
Desteya Destpakiyê ji bo hilbijartinan
ji bo mijarên ku bi taybetî bi pêvajoya hilbijartinê ve girêdayî ne ji xeynî
meqama dadwerî nayê îtiraza kirin.
Berpirsê
Buroya Hilbijartinê ya YNK’ê Rizgar Hecî Hemed ji PUKMEDIA’yê re axivî: Ev
biryara Dadgeha Federalî di demekê de ye ku li gor destûrê nabe gilî û gazindan
derbarê hilbijartinan de bên kirin, di ser de jî şeş meh bi ser biryara
lidarxistina hilbijartinan re derbas bûne û giliya Mesrûr Barzanî jî di demekê
de hat ku tenê çend roj mane ji bo destpêkirina kampînên hilbijartinan, lê li
gorî qanûnê 6 meh beriya yasayê ti îtîraz li dijî nedestûrîbûna yasaya
hilbijartinê û naverokên wê nayên qebûlkirin.
Daxwaza YNKê
arastey komîteya dadwerî ya komîsyonê hatiye kirin û tê de biryara Dadgeha
Federalî ya ku bi hûrgilî li ser biryara komîsyonan û beşek ji karên wê yên
Parlamentoya Kurdistanê hatiye rawestandin hatiye şandin.
"YNK dê
hemû tedbîrên yasayî werbigire da ku hilbijartin di dema diyarkirî de werin
lidarxistin ku serokê Herêmê ji bow ê ferman
daye.
Yekîtî rêgirî li paşdexistina hilbijartinan dike
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi mebesta rawestana li hember hewlên Partiya Demokrata Kurdistanê ya ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, daxwaznameyek pêşkêşî Dadgeha Bilind a Federalî kir, li dijî gilîkirina Mesrûr Barzanî ji bo paşxistina hilbijartinan.
Piştî ku Mesrûr Barzanî, serokê hikûmetê, bi armanca paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê doz li Dadgeha Bilind a Federalî vekir, li dijî Serokê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan bi armanca paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê, Şalaw Kosret Resûl endamê Mekteba Siyasî û Serokê Lîsta Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê li Hewlêrê, daxwaznameyek pêşkêşî Serok û endamên Dadgeha Bilind a Federalî kir, ji bo parastina komîsyonê û lidarxistina hilbijartinan di roja xwe ya diyarkirî de.
Şalaw Kosret Resûl di daxwaznameya xwe de eşkere kir ku, dosyeya serokwezîrê herêmê binpêkirina madeya (19/duyem) ya yasaya jimare 31 a sala 2019ê ya Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, ku hatiye guhertin, ku dibêje: Nabe biryarên encumena komiseranwerin binpêkirin ji xeynî li pêş Desteya Dadweriya Hilbijartinan derbarê xebatê piroseya hilbijartinê .
Desteya Destpakiyê ji bo hilbijartinan ji bo mijarên ku bi taybetî bi pêvajoya hilbijartinê ve girêdayî ne ji xeynî meqama dadwerî nayê îtiraza kirin.
Di daxwaznameyê de her wiha hate gotin ku “Daxwaza tomarkirina dozê berevajiyê benda 23 a sîstema navxweyî ya dadgehê ye ku dibêje: “Piştî ku şeş meh bi ser diyarkirina roja hilbijartinan re derbas bûn nabe yasa werin binpêkirin, û doza Barzanî tenê mehekê berî roja hilbijartinan tê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10 -
Li bajarên Rojava ji bo zimanê kurdî xwepêşandan didomin
05:17 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

