YNK hertim piştgirya daxwazên rewa yên mamostayan dike
Kurdistan 06:38 PM - 2024-05-14
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi helkefta 63 saliya damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî serok û sekreteriya Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê kir û ragihand:’’Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) geşepêdana xwendin û zanistê bi parastina rûmet û jiyaneke serbilind a mamostayan ve girêdide, ji ber wê jî herdem piştgiriya hemû daxwazên rewa yên mamostayan dike, nemaze di pêşvebirin, vegerandina debar û jiyaneke minasib bo serkirdeyên xwendin û perwerdeyê li welatê me.’’
Nivîsa peyamê
Bi helkefta şêst û sêyemîn salvegera damezrandina Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê, em pîrozbahiyê li Serok, Sekreteriyat û hemû mamostayên Kurdistanê dikin.
Yekîtiya Mamostayên Kurdistanê di dîroka têkoşîna xwe ya neteweyî , pîşeyî de rolek mezin lîstiye û bi dehan mamoste di qada rizgariya Kurdistanê de canê xwe feda kirine.Di tekoşîna pîşeyî ji bo bidestxistina mafên mamosteyan û perwerde û zanistiya nûjen di rêza herî pêş de bûye.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) geşepêdan , pêşkeftina xwendin , zanistê bi parastina rûmet û jiyaneke serbilind a mamostayan ve girêdide, ji ber wê jî hertim piştegiriya hemû daxwazên rewa yên mamostayan dike,nemaze di pêşvebirin, vegerandina debar û jiyaneke minasib bo serkirdeyên xwendin û perwerdeyê li welatê me de.
Ji ber vê yekê em silavên xwe ji wan mamosteyan re dişînin ku xizmeta nifşên vî gelî kirine û zimanê Kurdî û perwerdeya netewî parastine.
Mekteba Siyasî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

