Yekîtiya Niştîmanî...baweriyeke xurt bi têkoşîn û beşdariya jinan di desthilatdariyê de
Kurdistan 11:42 AM - 2024-05-30
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ji damezrandina xwe heta niha bi têkoşîn û beşdarbûna jinan di
şoreşa nû de xwedî roleke bingehîn bû, di serdema çiyayî de jî roleke bi bandor
hebû Piştî serhildana Adara 1991'an û avakirina parlamento û hikûmeta Herêmê,
di konferansa pêncemîn de rêjeya beşdarbûna jinan di hemû saziyên rêxistinî de
%25 e.
Yekîtiya Niştimanî mafên jinan diparêze
Endama Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rabîhe Hemed di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Li gorî aliyên siyasî yên Kurdistan û Êraqê, Yekîtiya Niştimanî mafê jin û ciwanan parast û derfeta beşdarbûna jinan di hemû qonaxên têkoşînê de di nava saziyên cuda yên partiyê de çêkir û bijartina xanima Hêro Îbrahîm Ehmed jî nîşaneya wê yekê ye ku Yekîtiya Nîştimanî rêzê li têkoşîna jinên têkoşer digire.
Wê got jî: Yekîtiya Niştimanî ji dema damezrandina xwe ve ji aliyê serokê rihmetî Mam Celal ve û heta îro bi serpereştiya Serok Bafil Celal Talebanî, ku rêya Serok Mam Celal berdewam dike mafên jinan diparêze, Partî bi vê nêrînê, jin pêşkêşî Parlamentoya Kurdistanê û yekem kabîneya hikûmeta herêmê kir û li Bexdayê piştî rûxana dîktatoriyê, Yekîtiya Niştimanî ji bilî erkdarkirina jinan di serokatiya Parlemanê û serokatiya encumena şaredariyan û serokên zanîngehan, yekem seroka jin a fireksiyonê parlamentoyê destnîşan kir.
Mafên Jinan di sîstema navxwe ya Yekîtî de hatiye cihgirtin
Di rêzikname û bernameya Yekîtiya Niştimanî de behsa mafên jinan tê kirin û ceza li wan kesan hatiye danîn ku destdirêjiyê li jinan dikin û tundiyê li dijî wan bikar tînin.
Di bername û rêziknameyê de hat gotin, Yekîtiya Niştimanî weke partiyeke sosyal-demokrat, baweriya tam bi wekheviya di navbera zayendan de heye, bilindkirina şiyanên wan, peydakirina derfetên kar ji bo wan, peydakirina zemîneke guncaw ji bo beşdarbûna rasteqîne ya jinan di qada siyasî de heye, û diyarkirina rêje û rewşa hevsengiya zayendî di nav sazî û postên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de.
Herwiha hatiye: Her endamekî Yekîtiya Niştimanî di her post û postek partiyê de be, yan jî ji ber Yekîtiya Niştimanî bibe xwediyê posteke hikûmetî yan parlamenterî, eger postê xwe ji bo tundûtûjiyê li dijî jinan bikar bîne, endamtiya wî tê rawestandin piştî pêşkêşkirina delîlan.
Yekîtiya Niştimanî û postên jinan
Yekîtiya Niştimanî gelek postên bilind ji bo jinan di saziyên partiya xwe de û mafên wan di hikûmet û parlamentoyê de dabîn kirine û Serok Bafil Celal Talebanî piştgiriya vê nêrînê dike.
Endama Encumena Serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî Feryal Ebdullah di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: “Yekîtiya Niştimanî di kar û dezgehên xwe yên rêxistinî de, ji mekteba siyasî, encûmena serkirdayetiyê, berpirsên ofîsê, cihên cuda ji jinan re peyda kirin. Ev yek ji bilî eleqeya berdewam a Serok BafIl Celal Talebanî û berpirsê Sekretariya Serok Mam Celal bi piştevaniya jinan e.
Her wiha got: "Jinên çiya di dema têkoşînê de li kêleka pêşmergeyan roleke mezin lîstin. Karên veşartî û hestiyar ji bo rêxistinên bajêr pêk anîn. Îro jin bi awayekî serkeftî xizmetên mezin pêşkêşî armancên Yekîtiya Nîştimanî dikin.
Yekîtî ji dema damezrandina xwe heta îro baldare ji bo parastina mafên jinan e û Serok Mam Celal jî di bihêzkirina mafên wan de roleke pêşeng hebû û îro jî Serok Bafil Celal Talebanî piştevaniya jinan dike û kesên ku mafên wan binpê dikin ceza dike û tundiyê li dijî wan bikar bînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
Êraq 12:19 AM - 2026-09-12




.jpg)

Aplîkêşin

