Helwesta YNK’ê ya ku bo hilbijartinan nehatiye guhertin, hêviyek daye gel
Kurdistan 01:16 PM - 2024-06-11
PUKMEDIA
Hilbijartin û logoya YNKê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hertim di peyama xwe de rastgo bûye û berevanî ji mafên demokratîk ên gelan bû û piştgiriya lidarxistina gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoyê kir, ji ber ku di wê baweriyê de bû ku dikare pêkhateya Herêma Kurdistanê zêdetir biparêze.Endamê Serkirdayetiya YNK got:’’ Parvekirina kursiyan li gor mezinahiya wan a rastîn li ser herêman, ji yek navçeyekê bo çar deveran hilbijartinan , birêvebirina proseya hilbijartinan ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve, li ser bingeha bikaranîna tomarkirina dengderan û kartên biyometrîkî yên dengdanê). Piraniya daxwazên YNKê yên serekî hatine cîbicîkirin."
Hilbijartin dê statûya herêmê hîn zêdetir misoger bike
Endama Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Frîal Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: “YNKê helwesta xwe derbarê lidarxistina hilbijartinan de neguhertiye û hemû hewlên xwe bo pêkanîna proseya demokrasiyê dane. Pêvajoya demokratîk dikare statuya Herêma Kurdistanê zêdetir garantî bike."
“YNK’ê her tim berevaniya mafên gel kiriye û ji bo vê armancê gelek qurbanî dane YNK’ê ji destpêkê ve armanc kiriye divê partî li gor giraniya xwe di parlementoyê de bin, ne ya berê û ji bilî partiyek hemû alî 11 bi 0 beşdarî vê proseyê bûn, helbet ev yek bi prosesa demokrasiyê re nagunce.”Got
Endamê Serkirdatiya YNKê got: “Parvekirina kursiyên parlamentoyê di nav deveran de daxwaza YNKê bû û di wê baweriyê de bû ku dengder dikarin nûnerên xwe yên rasteqîn hilbijêrin û mafên xwe biparêzin, lê parvekirina kursiyên pêkhatan li ser herêman daxwaza YNKê bû û armanc jî şandina nûnerên xwe yên rasteqîne bo parlamentoyê bû.’’
YNK hêviya gel e
YNK hertim hêviya gelê Kurd bûye ji ber ku ji dil û can hewl daye hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê ku mafê demokratîk yê gelê Herêma Kurdistanê ye were lidarxistin.
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Luqman Werdî ji malpera fermî ya YNKê re gotiye:“YNK li gel gelê Kurd e û peyama wê rastgoye û ji destpêkê ve piştgiriya lidarxistina hilbijartinan kiriye, parastina mafên demokratîk yên dengderan kiriye, di vî warî de YNK yekane partiye ku bûye hêviya gelê Kurd.’’
“YNK beşdarî ti civînên li ser paşxistina hilbijartinan nebûye, lê partiya ku heta duh Dadgeha Federalî wek Dadgeha Sewre bi nav dikir, di dawiyê de serî li wê da û bi vî awayî pêvajoya demokrasiyê li Herêma Kurdistanê têk bir û gelê Herêma Kurdistanê ji mafên rewa bêpar kir.” Luqman Werdî got.
YNK di qada siyasî ya herêmê de serkeftî ye
Serkeftina siyasî ya heta niha li ser qada siyasî ya Herêma Kurdistanê helbet Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ye, ji ber ku di bingeh de daxwazên YNKê ev bûn; (Parvekirina kursiyan li gor mezinahiya wan a rastîn li ser herêman, parvekirin li Herêma Kurdistanê ji yek navçeyekê bo çar deveran hilbijartinan , birêvebirina proseya hilbijartinan ji aliyê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê ve, li ser bingeha bikaranîna tomarkirina dengderan û kartên biyometrîkî yên dengdanê).
Piraniya daxwazên YNKê yên serekî hatine cîbicîkirin, bi taybetî pêkanîna dadperweriyê di nûneratiya erdnîgarî li navçeyên helbijartinan û hilbijartinên dadmend, garantîkirina gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê.Ev helwêstên YNKê û îsrara wê li ser daxwazên xelkê, hêviyeke din daye xelkê Herêma Kurdistanê û ew hêvî dikin ku berdewam be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

