Komisyonê dest bi wergirtina lîsteyên namzedên hilbijartinan dike
Kurdistan 06:21 PM - 2024-07-04
PUKMEDIA
Dengdan
Îro pênşemê 4/7/2024ê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya
Hilbijartinan dest bi wergirtina lîsteyên namzedên ku dixwazin beşdarî
hilbijartinên şeşemîn civîna Parlamentoya Kurdistanê bibin, kir.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Cumene El-Gelayî
ji PUKMEDIA re ragihand ku desteya Komiseran biryar da ku ji îro pênçşemê ve
lîsteyên namzedên hevpeymanan, partî, namzedên takekesî û namzedên pêkhateyan
werbigire û ev prose dê ji pêncşemê heta 12 roj an 7/15/2024 berdewam be.
Li gorî şopandinên PUKMEDIA, 4 hevpeymanan û 26 partiyan û herwiha
101 namzedên takekesî, daxwazên xwe ji bo beşdarbûna di hilbijartinên
Parlamentoya Kurdistanê de pêşkêş kirine.
Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şihab di civîneke
rojnamevaniyê de ragihand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da
ku roja 20.10.2024ê weke roja nû ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê were
destnîşankirin.
Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan li Êraqê
tekezî li ser wê yekê kir, ku komîsyon amade ye hilbijartinan di wê rojê de pêk
bîne û dê bi rêya ofîsa niştimanî û ofîsên komîsyonê li parêzgehên Herêma
Kurdistanê proseya hilbijartinan birêve bibe .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

