Emîndarê Giştî Wezareta Pêşmerge: Xebatên yekxistina Hêzên Pêşmerge berdewam in
Kurdistan 05:09 PM - 2024-07-08
PUKMEDIA
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge
Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ragihand, hewlên wan ji bo yekxistina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam in û alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî bo hêzên wan berdewam in.
Di hevpeyvîneke taybet de ligel PUKMEDIA, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge Bextiyar Mihemed ragihand: “Pêvajoya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de berdewam e û hewla yekkirina hêzan jî berdewam e, tevî ku lez û beza Pêvajo ji hêviyên me yên ji bo pêkanîna bileztir kêm e."
Got jî: “Pêwîste bê zanîn ku faktorên siyasî, pirsgirêkên madî û dînamîkên di navbera aliyên têkeldar de û her wiha peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî bandor li ser proseyê kirine û bûne sedema sistbûna proseyê.” .
Me pergala berevaniyê xwest
Pir caran esmanê Herêma Kurdistanê bi firokeyên bê firokevan yên welatên cîran derbas dikin û Wezareta Pêşmerge daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî dike ku sîstema berevaniyê werbigire.
Serleşker Mihemed amaje bi wê yekê kir, ku binpêkirina esmanê Herêma Kurdistanê û armanckirina hin cihan ji aliyê firokeyên bêpîlot ên derve, bandoreke xirab li ser aramiya wan cihan kiriye.
"Me daxwaza alîkariyê ji Hevpeymaniya Navdewletî kir da ku sîstemên berevaniyê ji me re peyda bike, lê heta niha me ew sîstem wernegirtine."
Alîkariya Koalîsyona Navdewletî didome
Derbarê alîkariyên darayî yên Hevpeymaniya Navdewletî de, Emîndarê Giştî yê Wezareta Pêşmerge herwiha got: Alîkariyên hevpeymanan ku berê weke mûçe ji lîwayên hevbeş re dihatin pêşkêşkirin, niha jî li gorî pîvanên pêwîst ên hevpeymanan, ji bo hêzên Pêşmerge tên terxankirin ."
Her wiha tekez kir ku, mûçeyên Wezareta Pêşmerge û Lîwayên Hevbeş dê ji bo hikûmeta federalî were veguhestin û hêzên Pêşmerge jî di warê fermande, kontrol û birêvebirinê de dê di nav Wezareta Pêşmerge de bimînin û hewlên bihêzkirina peywendiyan hene di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên federal de.”
Di meha sibatê de, Dadgeha Bilind a Federal a Iraqê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkdar kir ku bi hûrgilî li ser bûdceya mehane ya ku ji bo mûçeyên fermanberên Herêmê tê terxankirin, pêşkêşî wezareta darayî ya federal bike. Ev yek ji bo ku Bexda bikare dest bi dayîna pişka Herêmê ji bûdceya federalî bike. Lê heta niha hikûmeta her du aliyan li ser mûçeyên hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê lihev nekirine û ji ber wê jî mûçeyê Pêşmerge çend mehan dereng ketiye.
Agahdarî û agahî ji Wezareta Darayî ya Iraqê re hatine şandin
Serleşker Mihemed eşkere kir ku derengketina mûçeyên pêşmergeyan ji ber daxwaza Buroya Çavdêriya Darayî ya Iraqê ji bo agahiyên nûjen e.
“Hikûmeta Herêma Kurdistanê niha kar li ser cîbicîkirina van daxwazan dike da ku zanyariyan ji nû ve bişîne Iraqê.”
"Piştî ku zanyariyên nû ji Desteya Çavdêriyê û Wezareta Darayî ya Iraqê re bên şandin, lîsteya mûçeyên Pêşmerge dê were kontrolkirin. Eger pirsgirêk nehatin dîtin, dê biryar were dayîn ku mûçeyê Wezareta Pêşmerge were dayîn." Bextiyar Mihemed got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28 -
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

