Hemû koçberên li Silêmaniyê vegeriyan warên xwe
Kurdistan 12:02 PM - 2024-07-11
PUKMEDIA
Wezîra Koç û koçberan Îvan Fayq
Wezareta Koç û Koçberan ragihand ku karwana dawî ya koçberên
kampên parêzgeha Silêmaniyê ku ji 250 malbatan pêk tê vedigerin cih û warên
xwe, bi vê yekê jî wezaretê her çar kampên li parêzgeha girtin.
Cîbicîkirina biryara encumena wezîran
Wezîra Koç û Koçberan Îvan Fayq Cebro di kongreyeke rojnamevanî de ku ji aliyê PUKMEDIA ve hatibû şopandin de got: Hemû kampên koçberan ên li parêzgeha Silêmaniyê hatine girtin, çend malbat li dervayî kampê hene emê bixebitin ku hemî bi dilxwazî vegerin.
Got jî: awareyên ku li parêzgehên Hewlêr û Duhokê mane jî wê ji bo wan komîteyek ji aliyê Serokatiya Encumena Wezîran ve bê avakirin ji bo gotûbêjkirina çawaniya girtina hertimî ya kampan û peydakirina asankariyan ji bo vegera awareyan bo deverên xwe.
Îvan wiha dom kir û got em spasiya hemû berpirs û hêzên ewlehiyê yên parêzgeha Silêmaniyê dikin ji bo hevkariya wan bi Wezaretê re derbarê vegerandina koçberan de, em hêvîdar in ku hevkarî di navbera hikûmeta federal û hikûmeta herêma Kurdistanê de hebe ku dosyeya awareyan bi yekcarî bê girtin.
Astengî li pêşiya me têne danîn
Wezîra Koç û Koçberan dibêje: Em guh nadin wan astengên ku li pêşiya me têne danîn, lê ya giring ji bo me vegera awareyan û girtina kampan e gelek koçber hene dixwazin vegerin warên xwe ji berk u naxwazin bi çarenivîsa wan ya siyasî ji aliya ti aliyekê ve were lîstin.
Wê got: Bernameyeke me ya yekgirtî heye bo vegerandina awareyan û dabînkirina jiyaneke hêja ji wan re, û îro mizgîniya girtina kampa Aştî bo awareyan li parêzgeha Silêmaniyê bi dest me de ye û hemû malbatên aware bi dilxwezî vegeriyane warên xwe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

