Vê hefteyê 2 mûçeyên hêzên ewlekariyê dê bên dabeşkirin
Kurdistan 04:47 PM - 2024-07-14
PUKMEDA
Hêzên ewlekariya herêmê
Di çend rojên bê de Êeraq dê 2 mûçeyên hêzên ewlekariya
herêmê rê bike, çavkaniyeke ji wezareta darayî ya herêmê jî dibêje: Digel şandina
dû mûçeyên hêzên ewlekariyê, rastexwe mûçeyên heyvên Gulan û Hizêranê yên hêzên
ewlekariyê dê bên dabeşkirin.
Çavkaniyeke ji wezareta darayî ya hikûmeta herêma Kurdistanê
ku ne xwestiye navê wê bê aşakere kirin bo PUKMEDIA got: Em çaverê dikin ku heta
roja Pêncşemê mûçeyên heyvên Gulan û Hizêranê yên hêzên ewlekariyê ji aliyê
Êraqê ve bê êxistin ser hejmara wezareta darayî ya herêmê û piştre rastexwe
dest bi dabeşkirina mûçeyên herdû heyvan dê bê kirin.
Digel şandina dû mûçeyên hêzên ewlekariyê rastexwe mûçe dê bên dabeşkirin
Roja Pêncşema bûrî 11-07-2024 an Mihemed Şeyah Sûdanî ,
serok wezîrên Êraqê biryar dabû ku mûçeyên heyvên 5 û 6 yên hêzên ewlekariya
herêma Kurdistanê bên şandin, di wê çarçoveyê de jî wezareta darayî raspart bi
şandina mûçeyên hêzên ewlekariyê.
Herêm Kemal Axa, endamê komîteya asayîş û berevaniyê li
civata nûnerên Êraqê bo malpera fermi yê Yekîtî ya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK)
PUKMEDIA ragihand ku piştî ku serok wezîrên Êraqê biryar da ku mûçeyên heyvên 5
û 6 yên hêzên ewlekariyê bên xerckirin, tê çaverêkirin ku heta dawiya vê
hefteyê darayî ya Êraqê dê mûçeyên wan bixe ser hejmara darayî ya herêmê.
Kemal Axa got: Hûrbînî di lîsta mûçeyên hêzên ewlekariya
herêma Kurdistanê de ji aliyê dîwana çavdêrî û darayî ya Êraqê ve berdewame û
hewldan di arasteya dubare paşda ne xistina mûçeyên hêzên ewlekariyê de ne,
jiber ku pêştir jî darayî ya Êraqê çend heyvan mûçe ji bo hêzên ewlekariyê ne
şandibû.
Serok wezîrên Êeraqê berpirsyartiya mûçeyên hêzên ewlekariyê digre estûyê xwe
Nivîsingeha serok
wezîrên Êraqê di nivîsekê de ku kopiyek ji wê ketiye destê PUKMEDIA arasteya
wezareta darayî kiriye û têde wezareta darayî raspartiye bi xerckirina mûçeyên
heyvên Gulan û Hizêranê yên hêzên Pêşmerge û asayîşa herêma Kurdistanê,heta wê
demê ku têbîniyên dîwana çavdêrî û darayî ya Êraqê ji aliyê hikûmeta herêmê ve
tên çareserkirin.
Li gor zanyariyên PUKMEIDA bi sedema temam ne bûna hûrbîniyên
di lîsta mûçeyên hêzên ewlekariya herêmê de, Teyf Samî wezîra darayî ya Êraqê amade
nebû ku berpirsyartiya şandina mûçeyên dû heyvan yên hêzên ewlekariya herêmê
bixe estûyê xwe û daxwaz ji serok wezîrên Êraqê kir ku wê berpirsyartiyê bigre
estûyê xwe.
Beşek ji hêzên ewlekariyê li gor daxuyaniya wezareta darayî
ya herêmê ku ji (Hêzên 70 û 80, Civata Asayîşê, Dezgeha Asayîşê, Hêzên Zêrevanî,
Berevanî û Hewarçûn, Rêveberayetiya Polîsê Parastina Sazî û Dezgehan, Pasawanên
Wezareta Navxwe) pêk tên di heya zêdetirî 100 rojan de tenê yek mûçe
wergirtine, ku bi diyarîkirî, roja 12-06-2024 an mûçeya heyva Nîsanê
wergirtine, lê heya niha mûçeyên heyvên 5 û 6 wernegirtine ku bi vî awayî jî
zêdetirî 3 heyvane tenê yek mûçe wergirtine.
PUKMEDA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

