YNK dixwaze desthilatdariyê rast bike û xizmeta gel bike
Kurdistan 03:13 PM - 2024-07-24
PUKMEDIA
Parlamentoya Kurdistanê, logoya YNK
Serrastkirina rêbaza desthilatdariyê û bihêzkirina pêkhateya Herêma Kurdistanê armanca Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo pêşeroja herêma Kurdistanê û dixwaze bi proseyeke demokratîk û bi rêya parlementoyê vê guhertinê pêk bîne, ji bo vê mebestê jî ew hêvî dike ku gelê Kurd bi qasî hejmareke nûnerên xwe bişîne Parlementoya Kurdistanê ku biryar e di 20ê Cotmeha 2024an de,hilbijartina şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê were lidarxistin.
Gelê Kurd hêviya xwe bi hewlên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) a ji bo guhertina siyasî û serrastkirina desthilatê ve girêdaye û di wê baweriyê de ye ku tenê YNK dikare hikûmeteke xizmetkar bo pêşeroja Herêma Kurdistanê pêk bîne.
Serkeftina YNKê serkeftina gel e
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Luqman Werdî ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re gotiye: “Çawa ku berê avakirina YNKê pêwîstiya rewşê bû û hêviya gelê kurd bû, niha jî piştgiriya YNKê ji bo gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê pêwîste û serkeftina YNKê jî serkeftina gelê Kurd e.
“YNK ew hêz e ku xelkê Herêma Kurdistanê pişta xwe bi guhertina desthilatê ve girêdaye, bi taybetî ku duruşma serrastkirina rêbaza desthilatdariyê û karkirina ji bo aramiya gelê Herêma Kurdistanê,nehêlana krîza darayî ya ku bûye bela serê Herêma Kurdistanê ev 10 sal in.’’ Werdî got
Endamê Serkirdatiya YNKê got jî:"Serkeftina YNKê di hilbijartinên bê yên Parlamentoya Kurdistanê de tê wateya serkeftina gelê Kurd û pêkanîna daxwazên wan. Di vê derbarê de YNK xwe ji bo hilbijartinên bê yên parlamentoyê amade dike û dixwaze hikûmeta dahatî de xizmeta gel bike."
Guhertina siyasî tenê bi Yekîtiyê pêkan e
YNK di hemû qonaxan de bûye hêviya xelkê û di vê qonaxê de jî zêdetir hêviya xwe bi YNKê ve girê dane ji ber ku dizanin guhertinên rasteqîn tenê bi rêya YNKê pêk tên.
Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Xedr Mistefa ji PUKMEDIA re wiha got: “YNK her dem rizgarkerê gelê Kurd bûye û ji bo pêşeroja Kurdistanê jî xelkê hêviya xwe bi YNKê girêdaye û di wê baweriyê de ye ku guhertinên siyasî tenê bi rêya YNKê pêk tên.
“Çawa ku di sala 1991’an de YNK bû dînamoya serhildana gelê Kurd, YNK’ê jî ji bo pêşeroja Kurdistanê rastkirina rêbaza desthilatdariyê dixwaze û di vî warî de bi rêya parlamentoyê dixwaze vê armancê pêk bîne.
Xedr Mistefa got jî: “YNK’ê her tim li dijî komploya dijber û dijminên xwe şer kiriye û li eniya gel bûye û di pêşerojê de jî bi heman siyaseta Serok Mam Celal dê têkoşîna xwe ya demokratîk bidomîne.
Hêviya gelê herêmê bi YNK’ê heye
YNK dê bi bihêzkirina parlamento û hikûmeteke wê xizmetkar be , ku di hilbijartinên bê yên parlamentoyê de pêwîste, berevaniyê li mayîn û bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.
Ji bo bidestxistina hejmareke zêde ya kursiyên parlamentoyê ji bo pêkanîna guhertinên siyasî û serastkirina rêbaza hikûmetê ku dê vejîn û bihêzkirina Herêma Kurdistanê bike, xelkê Herêma Kurdistanê hêvî û pişta xwe bi YNKê ve girêdide ji bo wê guhertinê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

