Serok Bafil: Ji bo kesên jiyana mirovan dixe metirsiyê efû nine
Kurdistan 05:50 PM - 2024-07-28
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serok Bafil Celal Talebanî ji ber şehadeta welatiyê bi navê Arî Rizgar li Taxa Raperîn a Silêmaniyê sersaxî xwest û got:"Ez ê bibim parêzerê malbata birêz Arî ya serbilind heta ku ev doz rêyên xwe yên yasayî bigire û efûyek ji bo wan kesên ku jiyan û aramiya gelê me dixe metirsiyê nebe."
Teksta peyama Serok Bafil.
Şehadeta birêz Arî û birîndarbûna welatiyekî din di dema xebat û debara jiyana xwe de ez ji dil nîgeran kirim.
Ji ber vê windabûna mezin em ji malbata birêz Arî ya serbilind re sersaxiyê dixwazim û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazim.
Şehadeta birêz Arî sûcekî giran e. Ez bang li dezgehên ewlekarî dikim ku di zûtirîn dem de tawanbaran derxînin pêşberî dadgeriyê da ku kes newêre dest deyne ser jiyana xelkê. Ez jî radigihînim ku heta ev doz rêyên xwe yên yasayî bigire û dadgeh biryara xwe ya adil bide ezê bibim parêzerê malbata serbilind a birêz Arî.
Her wiha ji hemû dezgehên ewlekarî û leşkerî re tekez dikim ku, her kesê di her pile û meqamê de be, yasayan binpê bike, yan jî alozî derbixe û piştgiriya her tawanekê bike, dê bê dadgehkirin û efû ji bo wan kesên ku jiyan û aramiya gelê me dixe metirsiyê namîne. Em dûbare dikin ku erka karmendên saziyên leşkerî û ewlehiyê parastina canê xelkê ye û rûbirûbûna qanûnên binpêkeran nayê qebûlkirin û dê rêkarên yasayî li dijî wan bên kirin.
Xwedê ruhê birêz Arî li cennetê şad bike û sebrê bide her kesî.
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

