Civîna karsaziya Fransî-Kurdî tê lidarxistin
Kurdistan 05:54 PM - 2024-07-31
Buroya Çapemeniyê ya Qubad Talebanî
Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî li gel Konsulê Giştî yê Fransa li Herêma Kurdistanê Jan Brem civiya û di civînê de behsa amadekariyên civîna bazirganî ya Fransa û Kurdistanê hat kirin, ku biryar e di meha Îlonê de li Parîsê bê lidarxistin.
Di civîna roja çarşemê (31.07.2024) li Hewlêrê de, Qubad Talebanî piştgiriya xwe ji bo civîna karsaziya Fransa û Kurdistanê li Parîsê nîşan da û amadehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo her cure alîkarî û asankariyê ji bo serkeftina civînê nîşan da.
Di bersivê de Konsulê Giştî yê Fransa amaje bi girîngiya reformên aborî yên Cîgirê Serokwezîr kir û daxwaz ji Qubad Talebanî kir ku bi awayekî çalak beşdarî civînê bibe.
Li beşekî dinê hevdîtinê de Cîgirê Serokwezîr tekezî li ser pêwîstiya sermayeguzariyên Fransa li Herêma Kurdistanê kir û tekez li ser wê yekê kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeye hemû cure karekî hêsan bike. Her du alî li ser wê yekê hemfikir bûn ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê zêdetir alîkarî û hêsankariyan pêşkêşî sermayedarên Fransî bike ji bo zêdetir pêşdebirina sermayeguzariyên Fransa li Kurdistanê de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

