Under Pas yê Farûqê Mele Mistefa li Silêmaniyê hat vekirin
Kurdistan 11:09 PM - 2024-08-11
PUKMEDIA
Under Pas yî Farûqê Mele Mistefa li Silêmaniyê hat vekirin
Îro roja Yekşemê rêkefta 11-08-2024 an bi
amadebûna Cîgirê Serok wezîrên Herêma
Kurdistan`ê û Dr. Heval Ebo Bekir parêzgarê Silêmaniyê û Leyla Omer Seroka
bajêrvaniya Silêmaniyê û sermayedar Fraûqê Mele Mistefa û hejmarek ji berpirsên
hikûmî,Under Pas yê Farûqê Mele Mistefa hat vekirin, ku li ser erkê wî hatiye encamdan; ku wek diyariyekê pêşkêşî Silêmaniyê
kiriye.
Qubad Talebanî:Emê jêrxana pirojeyan li Silêmaniyê zêdetir pêş bixin
Cîgirê Serokwezîrên Herêma Kurdistan`ê Qubad Talebanî di merasîma vekirina Under Pas yê Farûqê Mele Mistefa de ji bo kenalên ragihandinê ragihand ku piroje gav bi gav li Silêmaniyê tên cî bi cîkirin û dikevin xizmeta welatiyan, ev jî ne yekem piroje û ne ya dawiyê ye ji bo vî bajarî.
Qubad Talebanî got: Em hewl didin jêrxana pirojeyan li Silêmaniyê zêdetir pêş bixin, bi awayekî ku hêjayî Silêmaniyê be, ji ber ku bajarekî wek Silêmaniyê ku azadî û aramî têde heye,piroje têde tên pêşxistin.
Seroka bajêrvaniya Silêmaniyê: Cî bi cîkirina pirojeyan derfeta kerên zêdetir peyda dikin
Di destpêka merasîmê de Leyla Omer Seroka Bajêrvaniya Silêmaniyê ragihand ku di vê demê de hejmarek piroje li bajarê Silêmaniyê bi piştevaniya Cîgirê Serok wezîrên Herêma Kurdistan`ê Qubad Talebanî çûne warê cî bi cîkirinê û pirojeya Under Pas ya Farûqê Mele Mistefa jî dê karasaniyek zêde ji bo hatûçûna welatiyan bike.
Aşkere jî kir ku cî bi cîkirina pirojeyên bi vî awayî derfetên kar ji bo akinciyên sinorê parêzgeha Silêmaniyê dabîn kiriye û liv xistiye nav bazarên kel û pelên avahîsaziyê.
Dr. Heval Ebo Bekir: Bi sermaye û destê karên xwemalî piroje tên cî bi cîkirin
Her di merasîmê de parêzgarê Silêmaniyê gotarek pêşkêş kir û ragihand ku vekirina pirojeyan dê bandorek zêde li ser bajêr bike û hewldan di wê arasteyê de ne kertên taybet û giştî bi hevre ji bo xizmeta welatiyan kar bikin, hevdem hewl tên dayîn ku bi sermaye û destê karên xwemalî piroje bên cî bi cîkirin.
Aşkere jî kir ku dirustkirina Under Pas yê Farûqê Mele Mistefa pirojeyeke ji bo çakî û berjewediyn giştî ye, ne wek hindek pirojeyên din e ku ji bo pêdana parçeyek zevî yê giran buha hatibe encamdan.
Dr. Heval Ebo Bekir tekez kir ku Silêmanî aramtirîn bajarê Êaraq`ê ye û azdiyên li bajêr wusa kiriye ku ne razîbûn ji Silêmaniyê çavkaniyên xwe werbigirin, digel wê yekê partiyên nû li Silêmaniyê ji dayîk dibin, ev jî tê wateya ku azadî û aramî li tevaya bajêr heye, ev me germ dike ku em hewlên zêdetir ji bo xizmetgûzariyê û derfetên kar li Silêmaniyê bidin.
Farûqê Mele Mistefa : Ev piroje diyareke ye ji bo bajarê Silêmaniyê
Her weha di merasîmê de Farûqê Mele Mistefa
ragihand tevî ku ev piroje xwebexş bûye; diyariyeke ji bo bajarê Silêmaniyê,
ku me dikarî di heyama salek û 9 heyvan de bi dawî bikin.
Her weha got: Under Pas ya Farûqê Mele Mistefa
li jêr çavdêriya endazyar û karsazên xwemalî û bi teknîkeke serdemiyane û
amêrên cûrên baş ku ji derveyî welat hatibûn anîn hatiye encamdan; û armanca min
ewe ku di temenê xwe yê mayî de çendîn pirojeyên din pêşkêşî Silêmaniyê bikim.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

