Fehmî Burhan: Li Kerkûkê xiyanet li kurd hat kirin lê ew xiyanetê nakin
Kurdistan 02:08 PM - 2024-08-12
PUKMEDIA
Serokê desteya giştî yê navçeyên kurdistanî li dervayî rêveberiya Herêmê Fehmî Burhan
Serokê desteya giştî yê navçeyên
kurdistanî li dervayî rêveberiya Herêmê ragihand: Hebûna parêzgarê kurd li
Kerkûkê ku ji aliyê xelkê bajêr ve bê hilbijartin, pirseke giringe û wek
neteweya kurd ku bi dengên pêkhateyên bajêr ev erk girtiye ser milê xwe û
dibêje: Di nava 7 salên borî de li Kerkûkê gelek pirsgirêk derketin, xiyanet li
Kurdan hat kirin, erka serkirdeyetiya kurdistanî ye ku wek erkek niştimanî madeya
140 ya destûrê cîbecî bike.
Li jêr naveroka hevpeyvînê ye:
* Piştî 7 salan, bi dengên nûnerên kurd, ereb û mesîhiyan parêzgarekî kurd ji bo Kerkûkê tê hilbijartin ji bo nasnameya parêzgehê çiqasî ev gav girîng e?
Hebûna parêzgarekî li Kerkûkê ku
ji aliyê pêkhateyên parêzgehê ve hatiye hilbijartin tiştekî girîng e, di heyama
7 salên borî de em weke Kurd rastî neheqiyeke mezin hatine ji ber wê
hilbijartina parêzgarekî kurd bi dengên pêkhateyan qunaxeke nûh tê hesab, ez
hêvî dikim ku xelk li pişt wî be ji bo bidestxistina daxwaz û armancên hemû
xelkê Kerkûkê û vegerandina mafên wan ên ku di heft salên borî de hatine dizîn.
Xizmetkirina hemû xelkê Kerkûkê
* Kurd çawa dikarin bi nasnameya rastîn a Kerkûkê û rastiya niha ya li wir re rûbirû bibin?
Rewşa Kerkûk û navçeyên
Kurdistanî yên li derveyî Herêmê di heyama heft salên borî de, hikûmeta herêmê ne
beşek ji sîstema ewlekarî û rêvebirina wan deveran bû, ji ber wê jî pêwîste
parêzgarê hilbijartî birêz Rêbwar Taha bi awayekî wekhev li hemû pêkhateyan binire,
bi pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji welatiyên Kerkûkê re bê cudahî, divê birayên
me yên ji pêkhateyên din jî di warê rêvebirina parêzgehê de beşdar bin û ev
hemû jî dibin sedema bihêzkirina nasnameya kurdî ya Kerkûkê.
Tevlîbûna hemû pêkhateyan di rêveberiya Kerkûkê de
* Divê Yekîtiya Niştimanî li Kerkûkê li ser çi stiratejiyê bimeşîne, bi taybetî ku Serok Bafil got: Divê Kerkûk were lihevkirin?
- Berê postê parêzgarê Kerkûkê di destê kurdan de bû û
xizmet bi giştî dihatin kirin, lê dibe ku ne di asta daxwazên hevwelatiyên
parêzgehê de bin û dema serok Bafil dibêje; dibe Kerkûk were lihevkirin mebesta wî avêtina gavên nû û destpêkirina
qonaxeke cuda ji ya berê ye, dirêjkirina destê avakirin û xizmetguzariyê bo
hemû deverên Kerkûkê, jinavbirina kêmasiyên berê, ji holê rakirina kêmasiyên ku
berê hebûn ş xirtkirina biratiyê di navbera Yekîtiya Nîştimanî û Partiya
Demokrat û herwiha di navbera hemû alî û pêkhateyan de, û beşdarkirina her kesî
di rêveberiya parêzgehê de, û peyama Serok Bafil jî di berdewamiya siyaset û
nêzîkatiya serok de û nehiştina ti pêkhateyan eşkere bû , û bi vî awayî Kerkûk
dê bibe bajarê pêkvejiyanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

