Komîsyon: Ceribandina alavên hilbijartinê serkeftî bû
Kurdistan 08:41 PM - 2024-08-12
PUKMEDIA
Komîsyona û Parlamentoya Kurdistanê
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê makîneyên dengdanê yên civîna şeşemîn a Parlamentoya Herêma Kurdistanê ceribandin. Rêveberê Ofîsa Silêmaniyê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan dibêje: “Pêvajo serketî bû û di warê alavên hilbijartinê de ti pirsgirêk derneketin.’’
Serokê Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan got:"Armanca ceribandina makînên dengdanê ew e ku ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê bigihin asta herî bilind a amadekariyê û em bi israr in ku erkên xwe ji bo serxistina proseyê bi cih bînin."
Di hemû makîneyên dengdanê bi serkeftî hatin ceribandin û ti pirsgirêk tune bûn
Serokê Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Omer Ehmed di civîneke çapemeniyê de ragihand:“Komîsyon tekezî li ser cîbicîkirina hemû xalên bername û demajoya proseya hilbijartinan di dema xwe de dike û ragihand :"Pêvajo hemû kelûmelên hilbijartinê dihewîne, wek alavên verastkirina dengan, hejmartina dengan, veqetandin û şandina dengan,encam dê ji bo Bexdayê bên ceribandin û armanca ceribandinê jî misogerkirina kapasîteya makîneyên dengdanê ye û gihîştina asta herî bilind a amadekariyê ji bo pêkanîna hilbijartinên taybet û giştî."
Proseya ceribandinê bi çavdêriya kompanyayeke pişkinînê ya Almanî û bi amadebûna nûnerên UNAMI li hemû navendên dengdanê yên parêzgehên Herêma Kurdistanê birêve çû.
Serokê Komîsyona Hilbijartinan got: "Em bi temamî ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê amade ne û di nava 24 saetan de emê karibin encamên hilbijartinê ragihînin."
Pêvajo li 79 navendan hat meşandin
Di çarçoveya amadekariyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinê de Îro Duşemî 12-08-2024, ji bo civîna şeşemîn a hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de li Iraqê li her çar parêzgehên Herêma Kurdistanê makîneyên dengdanê hatin ceribandin.
Rêveberê Ofîsa Silêmaniyê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan Amanc Ezîz ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: "Pêvajoya ceribandinê heta saet 12:30 piştî nîvro ya îro berdewam bû, ti pirsgirêk di amêran û kar de nehatin dîtin û encam bi serkeftî bo navenda sereke ya Bexdayê hatin şandin."
Wek hilbijartinên giştî, ceribandina makîneyên dengdanê yên taybet ti pirsgirêk nebû û prose bi çavdêriya nûnerên partî û rêxistinên siyasî yên beşdar di proseya hilbijartinan de li bajarê Silêmaniyê ku li 79 navendên dengdanê hat lidarxistin, birêve çû.
Li gor zanyariyên PUKMEDIAyê, ceribandina makînên hilbijartinê ku li her çar herêmên hilbijartinê yên Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, bêyî ti pirsgirêkekê bi awayekî serkeftî birêve çû û ti pirsgirêk ji bo makîneyên dengdanê derneket.
Amûr dê du carên din jî di dema dengdanê de bêne ceribandin
Rêveberê Ofîsa Silêmaniyê ya Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan got:’’Biryare roja 25-8-2024 û di meha îlonê de du caran carek din were ceribandin, lê proseya parvekirina kartên dengdanê li Silêmaniyê berdewam e û tenê 1600 kartên dengdanê mane ku bêne çêkirin û vegerandin bo welatiyan.”
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan 69 milyar û 230 milyon dînar ji bo gera şeşem a hilbijartinên parlamentoyê ku biryare di 20ê Cotmeha 2013an de bê lidarxistin, terxan kiriye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

