Kurd û Kerkûk û Pêkvejiyan
Kurdistan 12:02 PM - 2024-08-14
PUKMEDIA
Dawud Çîçek
Bi hilbijartina serokê lîsta (Kerkûk hêz û vîna meye) wek parêzgar (walî)yê nû yê bajarê Kerkûkê di çarçoveya mafên demokratîk û netewî ya Yekîtikya Nîştîmanî ya Kurdistanê YNK`ê, dawiyê li heft salên tejî êş û azar û ne wekheviya di rêvebirina wî bajarî de tîne, ku ji aliyê parêzgarekî bi wekalet dihat birêve birin çi ji siyaseta bi erebkirinê û siyasetên dijayetiya kurd û koçkirina kurdan û cîbicîkirina siyaseta guherîna demokratîk li ew bajarê Kurdistanî.
Di heft salên borî de xelkê Kerkûkê li hemberî wan siyasetên çewt ya rêveberina parêzgarê berê a wî bajarî ve dinalî û jiber wê jî di hilbijartinên encûmena parêzgehên Îraqê û di nav de parêzgeha Kerkûkê de, gelê Kurd ji wan siyasetên bi erebkirinê û guherîna demografiya bajarê xwe re gotin; (NA) û hemû rijîne ser sindoqên dengdanê û (lîsta Kerkûk hêza û îradeya me ye) bi serokatiya YNK`ê bû yekemîn. Bi wê yekê gelê Kurd û Kerkûkiyan peyama xwe gîhandin û gotina xwe kirin û îsbat kirin ku Kerkûk Kurdistanî`ye.
Bi hilbijartina Kurdekî ku namzetê YNK`ê bûye wek parêzgarê Kerkûkê hemû pilan hatine vala derxistin ku dixwestin Kerkûkê ji destê Kurdan derxînin û berdewamiyê bi siyasetên erebkirin û tirkkirina Kerkûkê bidin.
Serkeftina Kurd wek parêzgarê Kerkûkê serkeftina hemû kurdan û kurmanca ye li her çar parçeyên Kurdistanê û dunyayê û hemû kurdekî welatparêz bi vê serkeftinê şa dibe û piştevaniya xwe nîşan didin. gelê Kurd di wê baweriyê de ye ku Kerkûk qudsa Kurdistanê ye û parastina wê jî bi erkê xwe dizane.
Piştî azadbûna Îraqê û bûna (Mam Celal Talebanî) bi serokomarê Îraqê, Kerkûk ji siyasetên erebkirinê û guherîna demografiyê û neheqiyê rizgar bû, siyaseta pêkvejiyanê û biratiyê û beşdarbûna hemû pêkhateyan (Kurd, Ereb, Tirkuman, Keldan û Aşûrî) hate cîbicîkirin û li ser bîngeha siyaseta Mam Celal xizmeta Kerkûkê hate kirin, ku bû nimûneyek ji bo hemû Îraqê, îro jî Bafil Celal Talebanî serokê YNK`ê li ser heman rêbaza bavê xwe dimeşe û soza wê yekê dide ku xizmeta Kerkûkê û Kerkûkiyan bê kirin bi bê cudahî û Kerkûkê avadan û geşedan bikin daku Kerkûk bibe nimûneya pêkvejiyanê û birayetiyê.
Belê, bi hilbijartina parêzgarê Kurd jî Kerkûk kete destekî ewle ji bo nirxên hêja û dîsa bibe sembola kurdbûnê. Serkeftina Kurd li Kerkûkê, serkeftina Kurd li Amed, Mihabadê, Qamişlo û Kobanê ye.... bi hêviya serkeftinê li Efrînê ..
Pîrozbe li gelê Kurd û Kurdistaniyan û li xelkê Kerkûkê bi taybetî ev serkeftina mezin ku bi dest aniye û hêviya jiyaneke azad û geş bo wan dixwazim.
PUKMEDIA/ XELAT
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

