Serok Bafil ji Konsulê Amerîka re: Herêm bi hilbijartinan derbasî qonaxeke nû dibe
Kurdistan 09:21 AM - 2024-08-15
PUKMEDIA
Civîna serok Bafil ûSteve Bittner Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li baregeha
mekteba siyasî ya Hewlêrê pêşwaziya Steve Bittner Konsulê Giştî yê nû yê
Amerîkayê li Herêma Kurdistanê kir.
Di dîdarê de ku Darbaz Kosret Resûl, Endamên Mekteba Siyasî,
Rêwaz Fayeq, Berdevkê YNKê Seidî
Ehmed Pîre û Konsulê
berê yê Amerîkayê Mark Straw amade bûn, rewşa Herêma Kurdistanê, hilbijartin û
sektora enerjiyê hate gotûbêjkirin û tekez li ser hemahengiya zêdetir di
navbera her du aliyan de di çarçoveya parastina berjewendiyên bilind de kir
Di destpêka hevdîtinê de Serok Bafil Celal Talebanî pesna
rola erênî ya Mark Straw ji bo karên wî yên berê li Herêma Kurdistanê da û
pîrozbahiya destbikarbûna Steve Bitner kir û piştevaniya YNKê ji bo serxistina
karê wî dûpat kir.
Li hevdîtinê de Serok Bafil amaje bi hilbijartinên
parlamentoya Kurdistanê kir û got lidarxistina helbijartinên dadperwerane li
gor dema diyarkirî dê Herêma Kurdistanê ber bi qonaxeke baştir ve bibe, pêwîste
rewş bê guhertin û hilbijartin baştirîn bijarde ye ji bo derbasbûna ber bi
rêveberiyeke saxlemtir. Em her hewlek ji bo paşxistina pêvajoyê red dikin û em
naxwazin çarenûsa herêma me bikeve metirsiyê.
Sektora enerjiyê mijareke dinê vê hevdîtinê bû û
Serok Bafil amaje bi wê yekê kir ku me nikariye wek pêwîst sûd ji jêrxaneya
dewlemend a herêmê werbigrin û ji xelkê re bibe çavkaniya bexteweriyê ji ber vê
yekê hewlên me ew e ku em mafên gelê xwe vegerînin û serweta netewî ji bo
xizmetguzariya giştî bi kar bînin û herêma xwe ber bi geşbûnê ve araste bikin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

