Sedemên paşxistina şandina mûçeyan ji Bexdayê tên eşkerekirin
Aborî 01:16 PM - 2024-08-21
PUKMEDIA
Diravên Êraqî
Wezareta Darayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê sedemên
paşxistina mûçeyên meha Tîrmehê ji aliyê Bexdayê ve eşkere kir ew jî ku navên
dubare yên li ser mûçeyê û nebûna biyometrîkê ji bo hin navên ku lîstê de hene
û pirsgirêka mûçeyên mamosta û karmendên perwerdeyê yên Kerkûkê û zêdekirina
pereyê ku ji bo mûçeyê meha Tîrmehê li gorî meha Hezîranê hat xwestin.
Nebûna tewtîn mûçeya karmendan rawestandSedemeke din a paşxistina mûçeyên meha Tîrmehê (7) jî Dr. Biryar Reşîd Endamê Lijneya Aborî ya Parlamentoya Êraqê ji PUKMEDIA re got: Nebûna tewtînê û cîbicînekirina biryarê dadgeha federal sedemeke din a paşxistina şandina mûçe ye, ku biryara Dadgeha Federalî zelal e û divê hemû karmendên mûçe li yek ji bankên federal bên tewtînkirin.
Darayiya Herêmê: Pêwîst nedikir ku mûçe were rawestandin
Di daxuyaniyeke wezareta darayî ya hikûmeta harêmê de hatiye: Derbarê dubarebûna navên karmendan di navbera Herêm û Bexdadê de, piştî lêkolînan hat dîtin ku ev nav ti kêşeyên qanûnî nînin û piraniya wan li gorî yasayê karmend in û dosyeyên wan temam in, lê li hikûmeta Êraqê sûdmendin ji çavdêriya civakî, yanî li şûna rawestandina mûçe pêwîst bû wezareta darayî ya federal alîkarê rawestanda ne mûçe.
Derbarê nebûna biyometrîka hinek navên di lîsteya mûçeyan de û arastey wezareta darayî ya Êraqê hatiye kirin, darayiya Herêmê ev yek xistiye rû ku: Me berê ji Wezareta Darayî ya Federal re ragihandibû ku ji ber sedemên curbecur proseya biyometrîk 100% ji bo karmendên mûçe û xanenîşînê nehatiye kirin,hebûna warisên xanenişîn hene û hinek ji wan li derveyî welat dijîn, baştir bû Wezareta Darayî pişta xwe bi kerta niştimanî ya ku her welatiyekî û karmendekî mûçegir, leşkerî û sivîl li seranserê Êraqê heye, bigirta."
Li gorî ragihandina Wezareta Darayî: Beşek din ji navên ducar di lîsteya mûçeyan de, bi taybet di çend wezaretên Hikûmeta Herêma Kurdistanê de ku yek ji têbîniyên tîma hevbeş e, piştî lêkolîna li gel wezaretan eşkere kir ku nave çaremîn wek hevin lê navên dayîkan û temenê wan cida ne û ti binpêkirin û yasa şikan têde tine ye, lê Wezareta Darayî ya Federal nêt heye bêyî ku vegere Herêma Kurdistanê mûçeyên wan bibire, di vê navberê de pirsgirêka mûçeyên mamosta û xebatkarên perwerdeyê yên li Kerkûkê û ofîsên din ên Kerkûkê ku di destê hikûmeta Herêma Kurdistanê de ne pirsgirêkeke din e ku darayîya Êraqê pê mûçe rawestandiye. Ev pirsgirêkeke kevin e ku ji sala 2003an ve berdewam e û heta niha jî weke pirsgirêk di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de maye û pêwîstiya wê bi çareseriyeke bingehîn ango rêkeftineke siyasî heye.
Encumena Wezîran dê li ser paşxistina mûçe gotûbêj bike
Ev jî di demekê de ye ku îro çarşemê civîna encumena wezîrên
hikûmeta herêma Kurdistanê birêve diçe, çend xal ku pêwendî bi paşketina mûçeya meha 7 yê
karmendên Herêmê heye û gotûbêj li ser tê kirin ku li gor ragihandina hikûmeta
herêmê di nav yek ji xalan de ye. Encamên komîteya kontrolê ya hevbeş a her du dîwana
çavdêriya darayî yên federal û herêmî, ji bo sê mehên yekem a sala 2024an li
ser dahat, lêçûn, milk, tomarkirina biyometrîk û hejmarên kar ên yekgirtî û
pêşkêşkirina pirsgirêk, çareserî û pêşniyaran dê bêne gotûbêj kirin.
Herwiha di xala duyem de, karên komîteya hevbeş a di navbera
Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de, li ser pêkvejiyana rêkarên
darayî, ji bo yekxistina yasa, rêzikname, rênima û prosedurên têkildarî
darayîya giştî û sîstema hesabdayînê, ku niha li gorî yasaya Rêveberiya Darayî
ya Federal a hejmar 6 a sala 2019 li Êraqê hatiye rêkxistin, dê were
gotûbêjkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

