Serokkomarê Iraqê wê serdana Kerkûkê bike
Kurdistan 06:09 PM - 2024-08-24
Malpera Serokatiya Komara Iraqê
Letîf Reşîd, Serokomarê Iraqê
Biryar e di demeke nêzîk de li gor ku jêderekî ji serokatiyê ragihand, Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd wê serdana Kerkûkê bike ji bo dupatkirina piştgiriya xwe bo hikûmeta herêmê. Serokkomar berê serdana Kerkûkê red kiribû ji ber ku parêzgarê berê bi gelek dosyayên gendelî û neqanûnî hatibû tohmetbarkirin.
Parêzgarê berê dosyaya gendeliyê hebû
Cîgirê Serokê Ofîsa Serokomariya Iraqê Ezadîn Mecîd Mihemed ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand;"Serokomarê Iraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd di heyama du salên borî de serdana parêzgeha Kerkûkê nekiribû, ji ber ku wî red kir ku ligel parêzgarê Kerkûkê yê desthiladar Rakan Cibûrî bicive, ji ber ku wî gendelî û çendîn binpêkirin li dijî pêkhateyên wî bajarî kiriye."
Ezadîn Mecîd Mihemed: "Serokomarê Iraqê dê di demek nêzîk de serdana parêzgeha Kerkûkê bike û piştgiriya xwe ji bo parêzgar û encûmena nû ya parêzgehê diyar bike û çareserkirina pirsgirêkan, pêkve jiyan û aştiyê li wî bajarî wek karekî giring daye zanîn û dê piştgiriya hikûmeta herêmê bike."
Serokatî tekezî li ser cîbicîkirina madeyê dike
Serokatî tekezî li ser cîbicîkirina madeyê dike
Serokomarê Iraqê piştgiriya xwe ji bo cîbicîkirina maddeya 140ê ji bo parlamento û partiyan nîşan da û nameyek ji Serokê Komîteya Bilind a Maddeyê re şand.
Cîgirê Serokê Ofîsa Serokomariyê herwiha got: “Hemû parêzgehên Iraqê ji bo serokomar girîng in, lê Kerkûk ku weke Iraqeke kêmkirî ye, helbet giringtir e û di vî warî de jî dê hewl bide pirsgirêkên parêzgehê di çarçoveya destûrê de çareser bike û madeyê cîbicî bike."Serokkomar piştgiriya betalkirina biryarên Dadgeha Sewre û cîbicîkirina madeya 140 dike, ji bo vê yekê di rojên derbasbûyî de nameyek ji Serokê Komîteya Bilind a Maddeyê Hadî Amirî re şand."
Serokkomar piştgiriya xwe jî ji bo cîbicîkirina maddeya 140ê ya ji bo vegerandina mafên qurbaniyan û başkirina peywendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê li navçeyên nakok de nîşan da.
Letîf Reşîd di 13ê Cotmeha 2022an de ji aliyê Parlamentoya Iraqê ve wek serokomarê Iraqê hat hilbijartin.Ji ber ku Kerkûk parêzgarekî ferzkirî hebû, serdana wî bajarî nekir û niha jî ku parêzgeh parêzgar û encûmenek nû dibîne, biryar e serokomar serdana wî bajarî bike û ji wan re ji piştgiriya xwe piştrast bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

