Serok Bafil: Em ber bi guhertineke radîkal di rêveberiya Herêma Kurdistanê ve diçin
Kurdistan 09:13 PM - 2024-09-02
PUKMEDIA
Serok Bafil û Şalaw Kosret Resûl
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talebanî li parêzgeha Hewlêrê li baregeha Mekteba Siyasî bi namzedên YNKê re civiya.
Di civînê de ku endamên Mekteba Siyasî Rêfet Ebdullah, Derbaz Kosret Resûl û Rêwaz Fayîq amade bûn, Serokê lîsta YNKê li Hewlêrê Şalaw Kosret Resûl di raportekê de derbarê amadekariyên dawî yên YNKê de pêşkêş kiri û tekez kir ku, Hewlêr li ser rêya guhertinê ye û emê li gel Hewlêriyên serbilind û hezkirî pêşerojeke geş ava bikin û Hewlêrê ji bo gelê xwe vegerînin.
Serok Bafil Celal Talebanî li ser hilbijartinan û gavên dahatû ,yên guhertinên di pêvajoya rêveberiyê de û ragihand ku ewê bi siyaset û stratejiya niştimanî bo xizmetkirina ax û gelê xwe kar dikin û bi yekdengî ber bi qonaxeke nû de,ya rêveberiya Herêma Kurdistanê ve biçin, jiyana welatiyan biparêze, ne ku jiyana wan bikeve metirsiyê û maf û mûçeyên wan bi nakokiyên siyasî re tevlihev bike.
Serok Bafil got:“Me bi piştegiriya Xwedê û gelê xwe di heyama du salên borî de hemû sozên ku me dabûn cîbicî kirin, em bi heman ruhî û hesta berpirsyariyê ve li hember Kurdistanê û gelê xwe,emê ber bi guhertinekî radîkal ve di prosesa rêvebirina Herêma Kurdistanê de diçin û em piştrast in ku gelê berxwedêr ku bi salan e li hember cudakarî û neheqiyê maye, êdî rê nade ku azadiya wan were sînordarkirin û mafên wan werin binpêkirin,belkî dê hikûmetek ku ji êş û qedera wan fêm dike û parêzvanê rastîn ê jiyana wan e, hilbijêrin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

