Rojnamevanên PUKMEDIA 'yê çelenga Gulan danîn ber Monumênta Parêzvanên Rastiyê
Kurdistan 08:15 PM - 2024-09-16
PUKMEDIA
Edîtor û Karmendê PUKMEDIA
Êvariya îro Duşemê 16-9-2024, sernivîser, hejmarek rojnamevan û xebatkarên malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) serdana monumenta “Parêzvanên Rastiyê” kirin û çelenga Gulan ya rêz û wefa danîn ser wê monumentê.
Sernivîserê malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) Ata Kerîm ji medyayê re ragihand:“Em weke xebatkarên PUKMEDIA ’yê îro bejna xwe li hember heval û hevrêyên xwe yên şehîd ku 551 şehîd in, bi bîr tînin.
Wî got: "Danîna vê bîrdariyê cihê pesindayînê ye ku şehîdên hemû parêzgehên Iraqî di nav xwe de dihewîne, li vir em ji cîhanê re dibêjin da ku rastiyê li seranserê Iraqê ragihînin, xwîna rojnamevanan hat rijandin û li Parka Azadî ya Silêmaniyê hat komkirin."
Sernivîskarê PUKMEDÎyê jî wiha got: “Em piştgiriya gotinên xwediyê ramanê birêz Qubad Talebanî dikin ku dibêje ‘ev xala dawî ye’ ya şehîdbûnê ye û meşa rojnamegerî û azadiyê didome û em dixwazin peyama berfirehkirina qada azadiyê bidin.
Ata Kerîm :’’navên rojnamavenanên Şehîd li Silêmaniyê zindî ne
Birêz Ata Kerîm ev gotina bi bîr anî :’’Bav û birayê min di bin erdê de ne, lê navên wan li Silêmaniyê zindî ne ku gotina birayekî Şehîdekî rojnemavane.Îsmaîl Tahir û Emar Îsmaîl Tahir El lamî navên wan di rêzbendiya sala 2004 an de ne ku di monumêntê hatine xêzikirin; di wê salê de 68 rojnamevan li Bexdayê bûne qurbanî ku Îsmaîl û Emar bav û kur in.’’
Ji Silêmanî,Monûmenta Parêzvanên Rastiyê çîroka şehîdbûna 551 rojnamevanên li Iraq û Herêma Kurdistanê vedibêje.Ji bo heqîqetê û agahiyê canê xwe dane û nav û qurbaniyên wan di bîrdariya Parka Azadiyê de hatine xêzkirin û her û her dijîn.
.......
Qubad Talebanî xwedanê vê ramanê ye
Dana Esed ; Serpereştyarê Projeya Monumentê ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistan`ê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: Cîgirê Serok Wezîran; Qubad Talebanî xwedanê vê hizrê ye û nêzîkî 18 heyvan kar têde hate kirin û pêdaçûnên hûr ji bo komkirina navên rojnamevanên şehîd li tevaya parêzgehên herêm û Êraq`ê hatine kirin.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA ku li ser hejmara şehîdan li gor sal û parêzgehan kiriye,li her 19 parêzgehên Êraq û Herêma Kurdistan`ê ew rojnamevan şehîd bûne, ku herî zêde di sala 2006 an de 114 rojnamevan şehîd bûne lê di salên 2021-2022 an çi rojnamevanek şehîd nebûye.
Her girêdayî rojnamevanên şehîd li ser asta 19 parêzgehan zaftirîn rojnamevanên şehîd bûne li Bexdayê ne ku 286 rojnamevan bûn, û kêmtirîn jî li Helebce, Meysan û Qadisiye bûne ku li her parêzgehekê yek şehîd bûye.
Qubad Talebanî ; Cîgirê Serok Wezîran roja 14ê Îlon ya sala 2024an de di merasîma vekirina projeyê de; hêvî xwest ku navekî din li vê monumêntê neyê zêdekirin; di demekê de ku navên dawîn ku di lîsta îsal de hatin tomarkirin ku her du rojnamevanên keç (Gulistan Tara û Hêro Bahadîn) bûn ku li Silêmaniyê ji aliyê balafirên bê mirov yên dewleta Turkiye ve hatin şehîdkirin; Qubad Talebanî yek ji kesayetên siyasî û desthilatdar e ku ji bilî piştevaniya wî ya bihêz ji bo azadiya rojnamevaniyê, piştevanekî baş e jî ji bo rojnamevanan û raste rast destwerdanê di pirsgirêk û astengiyan de dike; û alîgiriya rojnamevan û azadiyê dike û dibêje: (Rojnamegerên şehîd wê nemir bimîn in û mîrata kujeran jî şermezariyek heta hetayî ye).
Rewanşad serokê Mam Celal serbestî û azadiya rexne ava kir
Li kêleka monumêntê, li heman parkê Platforma Azadiyê heye, ku Rewanşad serokê Mam Celal biryar dabû ku ava bikin daku bi serbestî û azadiyane rexne li hemû kêmasiyan bigir in, di serî de Mam Celal jî; monument jî hizra Qubad Talebanî kurê wê serokê mezin e bûye , hevdem proje gelek pêwîstiya xwe bi gelek tiştan hebû lewra tîmekê zêdetirî 18 heyvan bi wê yekê mijûl bû; jiber ku pêwîstiya wan bi zanyariyan ji 19 parêzgehan hebûn.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

