Rizgar Hecî Heme: Çarenivîsa navçeyên nakok bi serjimêriya nifûsê ve girêdayî ye
Kurdistan 11:43 AM - 2024-09-18
PUKMEDIA
kerkûk
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Rizgar Hecî Hema tekez kir ku çarenivîsa navçeyên nekok bi
serjimêriya giştî ve girêdayî ye.
Rizgar Hecî Hema di kongirekî rojnamevanî de ku PUKMEDIA lê
amade bû got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar li ser bihêztirkirina hewlên
xwe ji bo handana welatiyan bo vegerê bo navçeyên nekok di dema serjimêriya
giştî de.
Berpirsê ofîsa hilbijartinan diyar kir: Em bang li welatiyan
dikin ku di dema serjimêrî de vegerin û navên xwe tomar bikin ji ber ku
çarenivîsa hemû navçeyên nekok bi vê serjimêriyê ve girêdayî ye, ku dê
bandoreke mezin li ser jiyana welatiyan bike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kar li ser
hemahengiya hewlên li Kerkûk, Xaneqîn û navçeyên mayî yên kêşebar dike ji bo
vegerandina welatiyên resen bo deverên xwe di heyama mayî de.
Berpirsê ofîsa hilbijartinan wiha berdewam kir: Em bang li
aliyên siyasî dikin ku hevkariyê bikin da ku serjimêrî biserkeve û hevwelatiyên
me ji tomarkirinê bêpar nemînin, tevî ku cudahiyên me hebin jî, lê divê em
hevkarî û hevahengiyê bikin bo berjewendiya navçeyên nakok. û ev erkeke
niştimanî ye ku divê bi mijarên din ve neyê girêdan.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo parastina
navçeyên nekok, qurbaniyên mezin dane û dê ji bo lihevkirina wan navçeyan jî
bixebite.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

