Serok Bafil: Gelo hûn ji hikûmeta ku axa pîroz a Kurdistanê ji bo berîkê difiroşe, razî ne?
Kurdistan 10:13 AM - 2024-09-25
PUKMEDIA
Serokê YNK Bafil Celal Talenbanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
bi boneya destpêkirina kampînên hilbijartinan ji bo hilbijartinên Parlamentoya
Kurdistanê peyamek girîng araste kir.
Serok Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de got: Ev
hilbijartin gelek girîng in û ne wek hilbijartinên din in û dengên we winda
nabin, du partî hene ku bandorên wan li ser jiyana we hene yek ji wan ev gelek
salin ezmun kiriye, Serokwezîr li gel wê partiyê ye û wezaretên bingehîn jî li
gel wê partiyê ne, ji xwe bipirsin û li zarokên xwe binirin win razîne ji vê
partiyê,wî karibû wek pêwîst bergiriyê li mafên we bike? Karîbû axa Kurdistanê
wek pêwîst biparasta? Ev partî li gor berjewendiyên dujminên kurd û Kurdistanê
ku ji bo wê me gele şehîd dane axa kurdistanê difroşe.
Serok Bafil Celal Talebanî diyar kir: Divê hûn hest bi
ewlehiyê bikin, ne wek îro ku firokeyên bêpîlot ên gelek welatan li ser serê me
difirin, ev hemû welatî û ciwan li vî welatî tên kuştin û ti kes peyvekê jî
nabêje, desthilatdarê vê welatî hişê xwe li ser berjewendiyên taybet û berîkên
xwe ye, werin em rastgo bin, bi rastî jî pêwîstiya welatiyan bi şandina mûçeyan
heye, Bexdad dixwaze mûça bişîne lê ew rê li ber wê yekê digirin ku ew pere
derbasî bankên wan bibin û ev jî heqareteke mezine ji jiyana welatiyan re.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê got: Ma hûn dizanin
ku Kurdistan ji bo civaka navdewletî çiqas ezîz bû, hikûmeta me cuda bû,
hemwelatî bi serbestî nêrîna xwe dihanî ziman? Ka niha kî dikare nerîna xwe ya
cuda nîşan bide? Nivîskarên me hene ku ji ber gotarek an jî şîroveyek piçûk li
ser malperên medyaya civakî hatine girtin û wek terrorist tên cezakirin.
Got jî: Eger hûn dixwazin guhertinekê bikin, di 20/10 deng
bidin wê partiyê ku karibe rêya Kurdistanê serrast bike û asta jiyana we baştir
bike, ez nabêjim ku Yekîtiya Niştimanî xeletî nekiriye, gelek şaştiyên wê
hebûn, wek ku çawa bav ji male derdikeve mal rastî pirsgirêkan tê, lê niha
Yekîtiya Niştimanî bi hêz û yek denge, û yekem tiştê ku em dikin ku Kurdistanê
bi yek çavî bibînin û ti cudahiyê nexin navbera navçeyek û ya din.Em ê bi hev
re bin û xizmetguzariyan pêşkêşî her kesî bikin û em ê dawî li cihêkariyê di
navbera navçeyan de bînin.
Di berdewamiya axaftina xwe de got: Dengê xwe bidin kesî ku
gotinên xwe bi cih tîne, derfetê bidin min û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê,
ji salan ve her tiştê ku me gotiye me bi cih aniye, me got em ê yasaya
hilbijartinan bighurin û me guhart, me gotibû ku emê Kerkûk kesk bikin û me kir,
Me parêzgar li Yekîtiya Niştîmanî û Kurdan û li we vegerand.
Serok Bafil Celal Talebanî got: Peyamek min ji bo kadroyên
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, malbatên şehîdan, kesên xwedî pêdiviyên
taybet, girtiyên siyasî û pêşmergeyên qehreman heye, ev Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê ye ku we dixwest, YNK bi hêz û yekgirtî ku bi tena serê xwe dijî
dijminên Kurdistanê radiweste, dengê wê li Bexdayê tê bihîstin û peywendîyên wê
bi civaka navdewletî re vegerîyane rewşa xwe a ku di serdema serok Mam Celal de,
Yekîtî wê pişteke we be, Dengê xwe bidin Yekîtiya Niştimanî, ew partiya ku her
sozek bide bi cih tîne, û Yekîtiya Niştimanî milkê we ye û wê hertim bi we ra
be tenê dikare rêbaza desthilatdariyê rast bike, tenê Yekîtiya Niştimanî.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

