Lîsteya 129: “Em ê bi dawî bînin”
Kurdistan 05:00 PM - 2024-09-25
PUKMEDIA
Lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwaze dawî li firotina zevî, cudaxwaziyê, tijekirina bêrîkan, tepeserkirina dengên azad, tinazê xwe bi jiyana welatiyan û mûçeyan bîne.Ew ê bi lîsteya 129 bi dirûşma “Em ê bi dawî bînin” beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibe.
YNK dê dawî li pirsgirêkan bîne û veguherîne xizmetguzarî
Namzeda jimare 12 ya lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Parlamentoya Kurdistanê li devera Silêmaniyê Hana Şivan ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand: “Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje (aştî, demokrasî, mafên mirovan û çarenivîsa xwe), lewra her kar û nêrînek li dijî dirûşmên di logoya me de be, emê bi dawî bikin, ji ber ku dirûşmên me cîhanî ne.’’
"YNK'ê bawerî bi demokrasî, mafên mirovan û azadiya raderbirînê heye û dabînkirina jiyaneke azad û bi rûmet ji bo welatiyên herêmê erkê YNK'ê ye û ji bo wê yekê têdikoşe, lewma me biryar da di vê hilbijartinê de pirsgirêkan veguherînin bo xizmetê."Hana Şivan
Dirûşma YNKê aciziya erdfiroşan dike
Dirûşmeya lîsteya 129 ya YNKê ya ji bo hilbijartinên bê yên parlamentoya Kurdistanê hêrsa erdfiroş û dagîrkeran tîne.Namzetek YNKê jî got: “Em ê li dijî gendelî û cudaxwazan disekinin.’’
Namzedê jimare 6 ê lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li herêma Hewlêrê, Parêz Omer ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:"YNK dê di vê hilbijartinê de dawî li firotina zevî, tijîkirina bêrîkan û cudahiya li herêmê bîne, ku bûye sedema hêrsbûna hinek aliyên herêmê."
Omer wiha got: “Ciwaziya di vê kabîneyê de ne tenê di navbera bajaran de ye, belku di nava Hewlêrê bi xwe de jî tê dîtin û taxên hejar jî hatine paşguhkirin, lewma YNK li dijî vê cudabûnê ye.
YNK dê dawî li tepisandina dengên azad bîne
Rêvebirina hikûmetê bi zihniyeta hizbî Kurdistan têk çû û ji bo bidawîkirina vê zihniyetê divê YNK bi ser bikeve, da ku hevsengiya hêzê li herêmê vegerîne û hikûmeteke têkçûyî ya rawestandî bi dawî bibe.
Namzedê jimare 1 yê lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li herêma Duhokê Elî Mistefa ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:"YNK dixwaze binpêkirina mafên mirovan û tepeserkirina dengên azad ku li parêzgeha Duhokê deng veda û gelek kes bi tometên bêbingeh di zindanan de ne, bi dawî bike."
Elî Mistefa got: ‘’YNK dê dawî li binpêkirina mafên mûçegiran û siyaseta birçîkirina welatiyan bîne, ji ber wê jî pêwîste dengê xwe bidin namzedên YNKê ji bo jiyaneke baştir û xizmetguzariya hemûyan.’’
Roja 20-10-2`yê hilbijartinên rûniştina şeşem a parlementoyê tê lidarxistin.Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi lîsteyan 129 û bi 172 berbijêran li ser çar deveran beşdarî hilbijartinan dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

