YNK`ê bi piştevaniya xelkê dê rêbaza rêveberiyê sererast bike
Kurdistan 09:53 PM - 2024-09-26
PUKMEDIA
Hejmara lîsta YNK`ê ya ji bo hilbijartinê
Armanca Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK`ê) guhertin û çaksazî ye di rêbaza rêveberiyê de û li ser bingehê peyama Serok Bafil ku arasteya dengdêran kiribû têde hatiye ku YNK`ê kar ji bo bidawîkirina hemû ne dadweriyan dike ku hêzeke siyasî bi yekdestdariya deshelatê encam dide ,di wê derbarê de berbijêrekî YNK`ê yê ji bo Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdistan`ê got: Karên berê yên YNK`ê selamandiye ku ew yekane hizb e ku li Herêma Kurdistan`ê dikar guhertinê bike.
Serok Bafil: Deng bidin ew kesê ku tiştekî dibêje û dike
Di peyama Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya
Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK`ê) ku arasteya dengeran kiribû hatiye: Deng bidin ew
kesî ku tiştekî dibêje û dike, eger hûn dixwazin guhertinên rasteqîne bikin roja
20 Cotmeh`ê derfet e, deng bidin ew hizbê ku dikare Kurdisan`ê rêk bixe ku
jiyana we baş bike.
Dawiyê bi ne hevsengiya hêzê tînin
Hîwa Ebdulrehman,berbijêrê hijmare 22 li ser
lîsta 129 ya YNK`ê ji bo Parlemana Kurdistan`ê li bazineya Hewlêr`ê ji malpera
fermî ya YNK`ê PUKMEDIA re ragihand: YNK`ê dê dawiyê li ne hevsengiya hêz û
yekdestariya samana vî welatî bîne,YNK`ê soz daye ku carek din nehêle li
Parlemana Kurdstan`ê çi biryar û yasayek derbaz bibe eger ne di berjewendiyên
xelkê Kurdistan`ê de be.
Hîwa Ebdulrehman got: Emê dawiyê li hemû ne
dadweriyan bînin ku hêza siyasî ya desthilatdar li Herêma Kurdistan`ê dixwaze peyrew
bike û hevsengiya hêzê vegerîne û proseya ku li ser welatiyên herêmê hatiye sepandin
ber çavan e û welatî dizanin kî dê biguhere bê guman tenê YNK`ê ye.
Serok Bafil miroveke ku sozên xwe bi cîh tîne
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) weke
hêzeke bi bandor li Herêma Kurdistan, Êraq û navçeyê dê biryara guhertina
rêveberiya herêmê bide û ji bo vê yekê jî pêwîstiya wê bi piştevaniya gelê Kurdistan`ê
heye.
Îdrîs Salih Berbijêrê hijmare 13 di lîsta 129 ya YNK`ê de ji
bo Parlemana Kurdistan`ê li bazineya Silêmaniyê ji PUKMEDIA re ragihand: YNK
niha biryarên bihêz dide û emê piştevaniya vê guhertina hikûmetê bikin jiber ku
xelkê Herêma Kurdistan`ê hêjayê xizmetkirinê ye, ne sizakirinê ye.
Îdrîs Salih got: YNK`ê dixwaze rêbaza rêveberiya Herêma
Kurdistan`ê biguherîne û bi vî awayî zêdetir xizmeta welatiyan bike, ji ber wê jî xelkê Herêma Kurdistan`ê hêvî dikin ku Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK`ê) guhertinê pêk
bîne, ji ber ku Serok Bafil weke kesê cîbicîkarê sozan tê naskirin, lewra xelk hêviya
guhertinê ji wî dikin.
YNK`ê yekane hizb e ku dikare guhertinê bike
Hêviya xelkê Kurdistan`ê
bi YNK`ê ye ku guhertinên rasteqîne di rêveberiya Herêma Kurdistan`ê de bike û
di wê baweriyê de ye ku YNK`ê di rewşên hestiyar de hertimî bibû hêviyek ji bo
xelkê, û li ser vê bingehî jî çaveriya çaksaziya rêveberiyê jê dikin.
Reqîb Mehmûd,
berbijêrê hijmare 5 yê lîsta 129 ya YNK`ê ji bo Parlemana Kurdistan`ê li bazineya
Duhok`ê, ji malpera fermî ya YNK`ê PUKMEDIA re ragihand:Kar û helwestên berê
yên YNK`ê selmandiye ku hertimî YNK`ê destpêşxer bûye ji bo guhertinan û her
demê hêviya Kurd bi YNK`ê hebûye, ji bo îro jî hêviyek zaf bi YNK`ê heye ji bo serrastkirina
rêbazê rêveberiyê li herêmê ku xelk bi wê ve girêdayî bûne.
Reqîb Mehmûd got, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK`ê) dikare
pirsgirêkên mûçe û pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan`ê, Bexda yên yê digel
welatên hevsê çareser bike, ji ber wê jî YNK`ê dê di vê hilbijartinê de daxwaza
baweriya zêdetir ji welatiyan bike; ku bibe hizba yekem li Herêma Kurdistan`ê û
çaksaziyê encam bide û sozên ku dide cî bi cî bike.
Biryare roja 20`ê
Cotmeha sala 2024 an Hilbijartina Gera Şeşem ya Parlemana Kurdisan`ê birêve
biçe, Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) jî bi riruşma (Emê Bi Dawî Bikin) bi
lîsta 129 û bi 172 berbijêran ku bi ser 4 bazineyan dabeş bûne dê beşdarî
hilbijartinê bibe, û hemû hewlek wan ji bo serrastkirina rêbazê çewt ya
rêveberiya herêmê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

