YNK dê dawî li bankayên malbatî bîne
Kurdistan 06:50 PM - 2024-09-27
PUKMEDIA
Sembolên bajarên Herêma Kurdistanê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya destpêkirina kampînên hilbijartinan ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê peyamek girîng araste kir.
Serok Bafil Celal Talebanî di peyama xwe de got: Ev hilbijartin gelek girîng in û ne wek hilbijartinên din in û dengên we winda nabin, du partî hene ku bandorên wan li ser jiyana we hene yek ji wan ev gelek salin ezmun kiriye, Serokwezîr li gel wê partiyê ye û wezaretên bingehîn jî li gel wê partiyê ne, ji xwe bipirsin û li zarokên xwe binirin win razîne ji vê partiyê,wî karibû wek pêwîst bergiriyê li mafên we bike? Karîbû axa Kurdistanê wek pêwîst biparasta? Ev partî li gor berjewendiyên dujminên kurd û Kurdistanê ku ji bo wê me gele şehîd dane axa kurdistanê difroşe.
Serok Bafil: Deng bidin tiştê ku ew dibêje ku ew ê bike û dike
Di berdewamiya axaftina xwe de got: Dengê xwe bidin kesî ku gotinên xwe bi cih tîne, derfetê bidin min û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, ji salan ve her tiştê ku me gotiye me bi cih aniye, me got em ê yasaya hilbijartinan bighurin û me guhart, me gotibû ku emê Kerkûk kesk bikin û me kir, Me parêzgar li Yekîtiya Niştîmanî û Kurdan û li we vegerand.
Sîstema bankeyan li herêmê yekdest e
Serok Bafil Celal Talebanî diyar kir: Divê hûn hest bi ewlehiyê bikin, ne wek îro ku firokeyên bêpîlot ên gelek welatan li ser serê me difirin, ev hemû welatî û ciwan li vî welatî tên kuştin û ti kes peyvekê jî nabêje, desthilatdarê vê welatî hişê xwe li ser berjewendiyên taybet û berîkên xwe ye, werin em rastgo bin, bi rastî jî pêwîstiya welatiyan bi şandina mûçeyan heye, Bexdad dixwaze mûça bişîne lê ew rê li ber wê yekê digirin ku ew pere derbasî bankên wan bibin û ev jî heqareteke mezine ji jiyana welatiyan re.
Got jî: Eger hûn dixwazin guhertinekê bikin, di 20/10 deng bidin wê partiyê ku karibe rêya Kurdistanê serrast bike û asta jiyana we baştir bike, ez nabêjim ku Yekîtiya Niştimanî xeletî nekiriye, gelek şaştiyên wê hebûn, wek ku çawa bav ji male derdikeve mal rastî pirsgirêkan tê, lê niha Yekîtiya Niştimanî bi hêz û yek denge, û yekem tiştê ku em dikin ku Kurdistanê bi yek çavî bibînin û ti cudahiyê nexin navbera navçeyek û ya din.Em ê bi hev re bin û xizmetguzariyan pêşkêşî her kesî bikin û em ê dawî li cihêkariyê di navbera navçeyan de bînin.
Serok Bafil Celal Talebanî got: Peyamek min ji bo kadroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, malbatên şehîdan, kesên xwedî pêdiviyên taybet, girtiyên siyasî û pêşmergeyên qehreman heye, ev Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ye ku we dixwest, YNK bi hêz û yekgirtî ku bi tena serê xwe dijî dijminên Kurdistanê radiweste, dengê wê li Bexdayê tê bihîstin û peywendîyên wê bi civaka navdewletî re vegerîyane rewşa xwe a ku di serdema serok Mam Celal de, Yekîtî wê pişteke we be, Dengê xwe bidin Yekîtiya Niştimanî, ew partiya ku her sozek bide bi cih tîne, û Yekîtiya Niştimanî milkê we ye û wê hertim bi we ra be tenê dikare rêbaza desthilatdariyê rast bike, tenê Yekîtiya Niştimanî.
Yekdestdariya partiyek diyarkirî û hizbî bi dawî tînin
Namzedê jimare 49 ê lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê li herêma Hewlêrê, Şêrwan Mihemed ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand: “Sîstema bankî yek ji girîngtirîn sîstemên welat e, lê li Kurdistanê ne tenê hatiye paşguhkirin, belku yekdestdariya partiyek diyarkirî û hizbî ye, ji ber wê jî gendelî û îsrafkirin, ku tevahiya proseya bankî li herêmê xistiye metirsiyê.“YNK’ê hest bi van metirsiyan kiriye û dixwaze yekdestdarî û tijîkirina bêrîkan bi dawî bike, di heman demê de bankek niştimanî ya hikûmetê û dûr ji destê partiyê ava bike. Şêrwan Mihemed dibêje.
YNK dê bi hilbijartinan dawî li yekdestdariya hikûmî tîne
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) vê hilbijartinê weke derfetekê dibîne ji bo bidawîkirina desthilatên tekparêz ên ku dest danîne ser sîstema bankî, mûçe û debara welatiyan.
Namzedê jimare 11 yê lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li devera Silêmaniyê Hardî Şehîd Qadir ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:“YNK berjewendiya welatiyan dixwaze, lewma vê hilbijartinê weke derfetek ji bo bidawîkirina yekdestdariya di sîstema bankî û mijara bûdce û mûçeyan de dibîne."YNK'ê beriya niha xwe ji mijara mûçeyan berpirsyar dîtibû û ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de çendîn caran şandên xwe şandibûn Bexdayê."
(YNK) dixwaze bank di xizmeta welatiyan de bin
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dixwaze bank di xizmeta welatiyan de bin, neku kes û malbat ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û bêrîkên wan tijî bikin.
Namzeta jimare 16 ya lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li herêma Dihokê Sawsan Şahîn ji malpera fermî ya YNKê PUKMEDIA re ragihand:’’YNK û Serok Bafil hertim li gel dengê gelê Kurd bûn û li dijî birçîbûna xelkê û xerakirina mal û milkên giştî bûn.Divê bank bikeve xizmeta welatiyên vê herêmê, ne tenê kesek û malbatek ji bo berjewendiyên xwe bikar bînin û bêrîkên xwe tijî bikin, ji ber wê jî YNK dê bi piştgiriya xelkê guhertinan bike.
Biryare roja 20-10-2024 hilbijartinên civîna şeşem a Parlamentoya Kurdistanê birêve biçe. Yekêtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) wê bi lîsteya jimare 129 û bi 172 namzetan ku li çar herêman hatine parvekirin wekû Hewlêr,Silêmanî,Helebce û Dihuk , beşdarî hilbijartinan bibe.Namzedên YNKê ku zêdetirî %88 ji wan xwediyê bawernameyên doktorayê li her çar bazneyên hilbijartinê ne, dê beşdarî proseya civîna şeşemîn a Parlamentoya Kurdistanê bibin ku yek ji dirûşmên wê ewe ku dawî lê tînin dibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
09:21 PM - 2026-07-28 -
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
SOMO dahata du mehên firotina petrolê aşkere dike
05:30 PM - 2026-07-28
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Li gundewarê Efrînê termê Kurdekî hat dîtin
Kurdistan 08:54 PM - 2026-07-28 -
Zeydî û Erdogan çend rêkeftin û yadeşt îmze kirin
Êraq 09:21 PM - 2026-07-28 -
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28





.jpg)
Aplîkêşin

