Namzetên Lîsteya (129) yên YNKê xwedî plan û bernameyeke bihêz in
Kurdistan 06:37 PM - 2024-09-30
PUKMEDIA
Lîsteya 129 ya YNKê
Namzetên Lîsteya (129) ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li herêma Badînan gelek piroje û armancên cuda hene û kar bo xizmetkirina hemwelatiyên parêzgeha Duhokê dikin, bi taybetî kar li ser azadiya derbirînê û dabînkirina maf û daxwazên welatiyan.
Piştgiriya ciwanan dikin
Reqîb Mehmûd, berbijarê jimare (5) li ser lîsteya 129 li parêzgeha Duhokê, dîplomat û rojnamevan ji Kurdistan Newsê re got ku ew kar ji bo piştgirîkirina ciwanan û handana wan ku bibin xortên afirîner û karsaz, kar dike, ji ber ku di pêşerojê de Herêma Kurdistanê ji alîyê ciwanan ve tê birêvebirin, ji ber vê yekê bernameya me ya niha dê ji bo ciwanan û başkirina jiyana wan be.
Her wiha got: Hêviya me heye ku YNK di vê hilbijartinê de gelek deng bidest bixe û xelkê Duhokê jî hêviyek mezin bi YNKê heye.
Badînî bi hêz û bandora YNKê ya bi serokatiya Bafil Talebanî û vegerandina hevsengiya hêzê li Herêma Kurdistanê bi taybetî li devera Badînan kêfxweş in, ku dê bibe qada guhertinan li Herêma Kurdistanê û avakirina hikûmeteke adil bi serokatiya YNKê.
Hevsengiya hêzê
Bilbul şêx Ebdullah Bergareyî, berbijarê jimare (21) yê lîsteya YNKê ya 129 li herêma Duhokê, salên dirêj e di warê ragihandinê de kar kiriye û got: ''Plana min heye li parlamentoyê kar bikim ji bo parastina mafên mirovan, azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê li Duhokê û maf ji ber sedemên cuda û ji ber ramanên cuda yên siyasî tên binpêkirin.
"Ez ji dengderên Duhokê dilniya dikim ku hevsengiya hêza Kurdistanê tenê bi destê YNKê dikare were guhertin û ti hêzeke din nikare vê yekê bike. YNK dê ji Duhokê ji bo guhertinan bixebite Şoreşa gelê Kurdistanê di sala 1976ê de li Badînan dest pê kir û bi dehan kes şehîd bûn.''Wiha got
Paraztina Dengê Azadiyê
Ji aliyê din ve, Ebdulhemîd Ramazan Mendanî, berbijarê jimare (19) yê lîsteya YNKê ya 129 li herêma Duhokê, xwediyê bawernameya masterê di zimanê kurdî de got:''Ez parêzvanê dengê azad im li devera Badînan, ji ber daxwaza mafên mamostayan û karmendan bi awayekî aştiyane çendîn caran ji aliyê dezgehên ewlehiyê yên Duhokê ve hatim girtin û binçavkirin.''
Wî got:'' Ez berbijêrê hejarên parêzgeha Duhokê me û hêviyeke min bi YNKê heye, bi taybetî Serok Bafil Celal Talebanî, ji ber ku di biryar û kar de serkirdeyekî cidî ye û xwediyê pêgeheke hizbî û neteweyî ye.''
Ji bo Êzidiyan dixebitin
Ji aliyê din ve Serbest Şukrî Hacî namzedê jimare (8) yê lîsteya YNKê ya 129 li parêzgeha Duhokê jî got: Di parlamentoyê de ez giringiyê didim şiyana ciwan û werzişvanên parêzgeha Duhokê û hewldana çareserkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dê bername û karê min yê sereke de ye.
Li parêzgeha Duhokê di nav lîsteya 129 ya YNKê de tenê ez kurdê ezdî me, ji ber ku ez berevaniyê li maf û daxwazên penaberên Şingalê dikim, hêviya me ya mezin heye ku piştî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bi serokatiya YNKê, guhertinên mezin li Herêma Kurdistanê çêbibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

