Lîsta 129: Dawiyê li dorpêç û yekdestdariya li ser Helebce tînin
Kurdistan 10:07 AM - 2024-10-01
PUKEMDIA
Lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK)
Lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) peyamek
ji welatiyên Helebce Şehîd, dengderan re şand û got: Emê bi vînek e
xurt rêbaza rêveberiya Herêma Kurdistan`ê sererast bikin,û dawiyê li dorpêç û
yekdestdariya li ser Helebce bînin, ji ber ku xelkê Helebce û kesûkarên şehîdên
kîmyabaran, Enfal û gorên ne diyar li Hewraman û derdora wê, ji sizakirinê
zêdetir hêjayî rêzgirtin û xizmetguzariyê ne.
Naveroka Peyamê.
Peyama Lîsta (Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê) ya hijmare (129) li baziney parêzgeha Helebce
Welatiyên Helebce Şehîd..
Dengdêrên Hewraman..
Helebce nasnameya zulm û paytexta aştiya Herêma Kurdistan`ê
ye,tevî êşa bombebarankirin û şehîdbûna 5000 welatiyên bê guneh û hemû navçe
û gundên wê,ew parêzgehek girîng e, û her wiha aramtirîn parêzgeha Kurdistan
û Êraq`ê ye.
Taybetmendiya vê parêzgariyê ew e ku xelkê Helebce û Hewraman
û gundên Kakeyî jî di nav de, ezmûna wan digel desthilatdariya hemû hêz û
aliyên siyasî yên herêmê hene û desthelata leşkerî, ewlekarî û rêveberiya wan
jî taqî kirine.
Ew dizanin ku rewşa Helebce û derdora wê çawa bû dema ku
hinek aliyên siyasî li herêmê desthilatdar bûn û rewşa Helebce û derdora wê bi
çi awayî bû û çi cûrê modelek ya rêveberiyê bi ser welatiyên deverê de hatibû
sepandin.
Ev parêzgeh niha jî bi serpereştiya Yekîtiya Nîştimaniya
Kurdistan`ê (YNK) de di warê rêveberiyê û avakirina gundan de, bazirganî, geştûgûzarî,
geşepêdana çandinî, mêşvanî, sewalkarî, perwerdehî, xwendina bilind, azadiya
siyasî, aliyê ewlekariyê û warên din, di çi astek ya baş de ye.
Dengdêrên Hêja..
Her çend e di bernameya me de bû ku em zêdetir xizmetguzarî
pêşkêşî parêzgeha Helebce û akinciyên wê bikin, daku di asta qurbanîdana xelkê
Helebce de be, lê ji ber siza û dîktatoriya partiyeke Kurdistanî ya desthelatdar
ku bi ser parêzgeha Helebce de sepandiye,mixabin me ne dikarî pîlana xwe bi rêk û
pêk bi cih bînin, lewra di vê hilbijartinê de bi piştevaniya dengderên vê
parêzgehê û parêzgehên din yên Herêma Kurdistan`ê, em ê bi vînek e xurt rêbaza rêvebirina
herêmê serast bikin û dawiyê li dorpêç, û yekdestdariya li ser Helebce û
deverên din bînin, ji ber ku xelkê Helebce û kesûkarên şehîdên kîmyabaran,
Enfal û gorên ne diyar li Hewraman û derdora wê ji sizakirinê zêdetir hêjayî
rêzgirtin û xizmetguzariyê ne.
Girseya Parêzgeha Helebce..
Dengdêrên Hewraman..
- Ji bo berdewamiya serkeftin, azadî û aramî li Hewraman û
tevahiya sînorê parêzgeha Helebce, dengê xwe bidin Lîsta YNK`ê.
- Ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Herêma
Kurdistan û Bexdayê û pirsgirêka mûçeyên fermanberan bi riya danûstandinan û li ser
bingeha destûra herdemî daku bi yekcarî bê çareserkirin, dengê xwe bidin Lîsta YNK`ê.
- Ji bo dabînkirina mafên yasayî û rêvberî yên parêzgeha
Helebce li Herêma Kurdistan û Bexdayê, deng bidin Lîsta YNK`ê.
- Ji bo bidawîkirina dorpêçên li ser parêzgeha Helebce Deng
bidin lîsta YNK`ê.
- Ji bo rastkirina rêbaza rêvebirina herêmê û pêkanîna
hikûmeteke xizmetguzarî û dadperwer, deng bidin Lîsta YNK`ê, ji ber YNK`ê ku aramî daye parêzgeha
Helebce,ku ji aliyê çi hêzeke din ve, ev yek ne hatiye kirin.
Ew geşekirinên cihêreng di serdema li ser destê YNK`ê di
hemû waran de çêbûne, di çi serdemek din de û ji aliyê çi hêzek di ve ne hatibû
kirin.
- YNK`ê hêzek e ku dengê xwe bidin hêzekê ku mafên we
biparêze, xizmeta we bike û we biparêze, û Helebce bike parêzgeheke mînak li ser
Herêma Kurdistan û Êraq`ê.
Pêşve biçin ji bo bi
serxistina Lîsta Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê).
Bi dengê û bi vîna we û bi piştevaniya we em dikarin
herêmek bihêz ya azad, aram, û tijî xizmetgûzarî û avadanî ji bo xelkê Kurdistan`ê
bi taybetî ji bo herêma me misoger bikin.
Di dawiyê de em dibêjin:Helebce bi hêz e û bi hêzeke wek Yekîtiya
Nîştimanî ya Kurdistan`ê (YNK`ê) ber bi serxistina Lîsta hijmare (129) ve û rastkirina
rêbaza rêveberiya Herêma Kurdistan`ê YNK`ê pêngavan diavêje.
Lîsta Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK) hijmara (129) ya Bazineya Parêzgeha Helebce
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

