Merasîma 7.ehemîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal li Kerkûk`ê dest pê kir
Kurdistan 05:34 PM - 2024-10-03
PUKMEDIA
Heftemîn Salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal
Li bajarê Kerkûk`ê merasîma heftemîn salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal bi başdariya Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafel Celal Talebanî û Serok komarê Êraq`ê Letîf Cemal Reşîd û xanima yekem a Êraq`ê Şanaz Îbrahîm Ehmed û cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û hejmarek ji berpirsên hizbî û hikûmî û welatiyan dest pê kir.
Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê Serok Mam Celal û hemû şehîdên Kurdistan`ê bi sirûda Ey Reqîb dest pê kir û piştre çend ayet ji Qurana pîroz hatin xwendin.
Parêzgarê Kerkûk`ê: Pêwîstî zaf bi siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal heye
Parêzgarê Kerkûk`ê Rêbwar Teha di gotarekê de bi xêrhatina
beşdaran kir û got: Îro li bajarê Kerkûk`ê salvegera koça dawî ya serkirdeyekî
ku tevahiya jiyana xwe ji bo azadî û jiyana hevbeş ji bo Êraq`ê terxan kiriye û
divê em ji wî fêrî berdewamiya jiyana li ser riya wî ya pîroz bibin.
Her waha got: Êraq û herêma Kurdistan`ê bi giştî û Kerkûk bi
taybetî pêwîstiya xwe zêdetir bi siyaseta aqilan e ya serok Mam Celal heye, û erkê
me ye ku em bi hevre di xizmeta gel û avadankirinê de bin,û li ser riya qefta gulan
beşdar bibin,her weha got: Ez xelkê Kerkûk`ê dilniya dikim ku siyaseta
hikûmeta xwecihî ya Kerkûk`ê li ser rêbaza Mam dimeşe ku bi pêkvejiyan û
xizmetkirin e; ji ber vê yekê daxwaz ji hemû kesên li Kerkûk`ê dikim ku di vê
erka pîroz de alîkariya me bikin, her weha ez serxweşiyê li rêhevala Serok Mam Celal
xanim Hêro Îbrahîm Ehmed dikim.
Serok: Mam Celal li Kerkûk`ê aştî û pêkve jiyanê ava kir
Piştre Dr. Letîf Cemal Reşîd; Serok komarê Êraqê gotarek
pêşkêş kir û ronahî xist ser rola Serok Mam Celal di pêkve jiyana li Êraq`ê bi
giştî û li Kerkûk`ê bi taybetî û tekez li ser pêwîstiya pêşxistina giyanê pêkve
jiyana aştiyane li Kerkûk`ê di navbera pêkhateyên bajêr de kir, ji bo xizmetkirina
welatiyan.
Piştre jî panelek derbarê Serok Mam Celal û hewldanên wî yên
ji bo pêkve jiyana aştiyane ya pêkhateyên Kerkûk`ê bi rêve çû.
Dr.Mihemed Sabîr: Serok Mam Celal di dilê me de rêberekî hertim zindî ye
Di dawiya merasîmê de Balyoz Dr. Mihemed Sabîr Serokê Sazaiya
Celal Talebanî gotara malbata Serok Mam Celal û Saziya serok Mam Celal pêşkêş
kir û bi xêrhatina amadevanan kir, û got: Serok Mam Celal di dilê me de serkirdeyekî
mayînde ye; ji ber ku zêdetirî nîv sed salê jiyana xwe ji bo azadiya gelê xwe û
jiyana hevbeş li Êraq`ê terxan kiribû, her wiha ji bo Kerkûk`ê ku jê re tê
gotin: Êraq ya biçûk xebat kiriye û her demê hewl daye gelê xwe tevlî nakokiyên
siyasî neke û xiyanetê jî li wan neke.
Balyoz Dr.Mihemed Sabir jî got: Serok Mam Celal roleke girîng
di nivîsandina destûra Êraq`ê de û parastina mafên hemû pêkhateyên Êraq`ê û
çêkirina hevsengiya di navbera aliyan de lîstiye, Lewra girîng e em li ser riya
qefta gulan ya Serok Mam Celal berdewam bin, û hemû hewlên xwe ji bo pêkve
jiyanê li Kerkûk û Êraq`ê bi giştî bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

