Namzedên YNKê: (Hejmara Min- Mesrûr) tenê ji bo berîka malbatekê ye
Kurdistan 01:43 PM - 2024-10-06
PUKMEDIA
Hejmara min
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewl dide mûçeyên karmendan
li Herêma Kurdistanê di bankên federal de bi cih bike û wan ji nekokiyên siyasî
dûr bixe, ji ber ku Serok Bafil Celal Talebanî redkirina wan li ser pirojeya
hejmara min û pêwîstiya xwecihîkirina mûçe di bankên federal de ragihand.
Serokê Yekîtiya Niştimanî projeya Hejmara Min red dike
Serokê Yekîtiya Niştîmanî Bafil Celal Talebanî di dema kernevala girseyî ya lîsteya jimare 129 li bajarê Koyê got: Min çendîn peyam derbarê mijareke girîng de wergirtin, ku ew jî projeya “Hejmara min” walla ew ne hejmara min e û ne jî yê we ye,lê ew hijmara Mesrûre ew dixwazin di virde jî ji we pereyan bi dest bixin û sudmend bin, em bûn ku çûne Bexdayê û karîbûn mûçeyên we ji hev cuda bikin , hejmara Mesrûr ji bo we tu feydeyê nade wê pêk meynin tewtîn bikin.
Yekîtiya Karmendan projeya Hejmara Min red dike
Yekîtiya Karmendên Kurdistanê redkirina projeya hejmara min ya ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser kar dike red kir û piştevaniya xwe ji bo biryara dîrokî ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî piştrast kir.
Yekîtiya Karmendên Kurdistanê di daxuyaniyekê de ku kopiyek jê ketiye destê PUKMEDIA ragihand: Em piştgîrî û piştevaniya xwe ji biryara dîrokî ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî re bo redkirina projeyasaya hejmara min piştrast dikin Piştgiriya me ji bo cîbicîkirina mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê li yek ji bankên federal (El-Rafîdên, El-Reşîd û T.B.I) Li gor biryara Dadgeha Bilind a Federal.
Di daxuyaniyê de hat gotin: Em bi navê hemû karmendan biryara Serok Bafil Celal Talebanî ya bidawîkirina kar li ser pirojeya Hejmara Min, karkirin ji bo cîbicîkirina mûçeyên karmendan, parastina maf û mafên wan ên darayî û bidawîkirina pirsgirêka paşxistina mûçeyê karmendan dinirxînin.
Ji qard û deynan sûd werdigirin
Namzedê jimare 12 ya lîsta 129 ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li navçeya Hewlêrê Şîlan ji PUKMEDIA re ragihand: Çareserkirina pirsa dana mûçeyên karmendan li Herêma Kurdistanê tenê bi bicihkirin (tawtînkirina) mûçeyên karmendan di bankên federal de tê kirin, got jî: tawtînkirina mûçeyên karmendan di bankên federal de derfetê dide wan ku ji hemî pêşkeftin, deyn û îmtiyazên ku ji hêla bankên federal ve têne dayîn sûd werbigirin, di heman demê de bankên girêdayî projeya hejmara min ew ji mûçeyên karmendan sûd werdigirin û bacê li ser wan ferz bikin.
Projeya Hejmara Min ne zelale
Namzedê jimare 50 ji bo lîsteya 129 ya Yekîtiya Niştimanî li bazneya Silêmaniyê Rêbwar Mihemed Salih ji PUKMEDIA re ragihand: Peyama Serok Bafil Celal Talebanî ya redkirina projeya Hejmara Min peyameke zelal û aşkire bû. Hehmara min ne yaayî ye û tenê di xizmeta yek malbatê de ye û ti sued li welatiyan nake ji ber wê yekê karmendên li Herêma Kurdistanê pêşwazî û piştgiriya biryara serok Bafil kirin.
Ji biryara Dadgeha Federal direvin
Endamê komîteya parlemantoyê Şîrwan Mîrza di rûniştina berê ya civata nûneran de ji PUKMEDIA re ragihand: Tawtîn çareseriye ji bo parastina mûçeyên karmendan û cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî bêyî xwe jê dûrxistin, aşkirejî kir ku projeya hejmara min xwedûrxistin û revandin ji cîbicîkirina biryara dadgeha federal e.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27 -
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
Kurdistan 12:16 PM - 2026-07-28 -
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
Êraq 01:29 PM - 2026-07-28




.jpg)

Aplîkêşin

