Ciwanên Germiyan`ê piraniya tîmên bangeşeya hilbijartinê pêk tînin
Kurdistan 06:19 PM - 2024-10-10
Kurdistanî Nuwê
Hejmarek ciwan li Germiyan`ê beşdarî karên bangeşeya hilbijartinê bûn
Ji bo beşdariya di bangeşeya Hilbijartina Gera Şeşemîn ya Parlemana
Kurdistan`ê de, hemû çîn û texên cuda di çarçoveya komîteyên û tîmên bangeşeyê
de hatine bi rêxistkitin û kar ji bo biserxistina lîsta 129 ya Yekîtiya Nîştimanî
ya Kurdistan`ê dikin, di vê navendê de ciwanên Germiyan`ê yên li sînorê bazineya
3 piraniya endamên tîmên bangeşeyê pêk tînin û bi sedan ciwan di nava wan
komîteyan de hatine bicihkirin û bi dilsozî ji bo serkeftina berbijêrên YNK’ê kar
dikin.
Tevlîbûna çalak ya ciwanan
Mamosta Mihemed Ehmed Berbirê Bazineya 3 yê navçeya Rizgarî
ji Kurdistan Newsê re got: Berovajiyê hilbijartinên din, hejmareke zêde yê
ciwanan serî li baregehên komîte û navçeyê dane, li derveyî tîmên bangeşeyê û
di nava tîman de hest bi tevlêbûna çalak ya ciwanan tê kirin.
Berpirsê Bazineya 3 yê navçeya Rizgarî got: Ciwan bingeheke
girîng e ji bo avakirina avahiya karê xwe,hatina pêş ya ciwanan çêbûna dunyaya dîtina nû ya YNK`ê ji bo ciwanan,
rol bi hijmarek zaf ya ciwanan hatiye dayî daku kar bikin û derfet ji bo wan bê
çêkirin; bi nêrîna Serok Bafil ciwan pêşeroja YNK`ê û Kurdistanê ne; YNK`ê siberoja xwe di ciwanan de dibîne, lewma
siyaseta ciwanan û gotara hevdem pêk tîne.
Mamosta Mihemed dibêje: Êdî dem hatiye ku di hemû waran de
şiyana ciwanan pêş bixin; û ji bûyerên serdemê cuda nebin, hêviyek zêdetir
bidin wan ji bo geşepêdan û têkoşînê di jîngeha siyasî ya YNK`ê de.
Girîngîdan bi ciwanan
Hardî Mehdî Xortê temen 25 salî, kesekî çalak e li bazineya 3 yê
navçeya Rizgarî ku nêzîkî 4 sal in ku peywendî bi rêzên YNK`ê kiriye behsa wê
yekê dike ku, siyaseta YNK’ê piştî kongreya pêncem gelekî hatiye guhertin, yek
ji wan guhertinan girîngîdan bi ciwanan e, piştre em dibînin ku ciwan di bazineyan
de hatine hilbijartin ku dibin berpirsên beşan, ciwanên Germiyan`ê bi giştî û
ciwanên Rizgarî bi taybetî dîtine ku tekane hêza ku dikare xizmeta ciwanan bike
Yekîtiya Nîştimaniya Kurdistan`ê (YNK`ê) ye, wî ciwanî got jî: Gotarên Serok
Bafil bandorek mezin li ser ciwanan kiriye û gelek ciwan berê xwe didin cihên
ku têde axaftinê dike.
Herdî Mehdî ku peyamek wî ji bo ciwanan heye û dibêje:
Yekane hêza ku dikare xizmeta ciwanan bike, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
(YNK) ye; belge jî ev e ku di van salên dawiyê de me dît ku gelek lîste hatibûn
çêkirin û deng bi dest xistin, lê wan sozên ku dane gel bi rêk û pêk ne anîn û
derket holê ku tenê YNK`ê dikare biguhere.
Xizmetkirina werzişvanan
Mamosta Mehmûd Salih Berpirsê Beşê Ciwanan yê Melbenda Germiyan`ê ragihand: %75ê tîmên bangeşeya
hilbijartinê li Germiyan ji ciwanan pêk hatine û roleke wan ya berçav di
komkirina dengan de ji bo serxistina lîsta YNK`ê hene; her weha beşek ji
berbijêrn jî ciwanin û bala xelkê kişandine.
Berpirsê Beşê Ciwanan yê Melbenda Germiyan`ê derbarê rola YNK`ê di
xizmetkirina werzişvanan û werzişhezên wî sinorî ragihand werzişvanan û
werzişhezên beşdarbûnek wan ya çalak di proseyê bangeşeyê de hene, Ji ber ku
YNK`ê di heyama du salên borî de û niha li Germiyan`ê di warê werzişî de şoreşeke
werzişî pêk anî û niha jî di warê aborî de alîkariya tîmên werzişî û yaneyên
werzişî dike,ji bo jêrxana werzişî jî zêdetirî Milyarek Dînar di dirustkirina
yarîgeh û nûjenkirin û dirustkirina cihên rûniştina handeran û çîmenkirin û
xemalandina yarîgehên li Kifrî û Kelar û Ser Qela, Navçeya Rizgarî xerc kiriye,
û li hindek gundan jî projeya werzişî pêşkêş kiriye û niha sîmayê werzişê li Germiyan`ê
hatiye guhertin û xwedanê çendîn yarîgehên hêjayî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Serokwezîr bi banga fermî ya Emmanuel Macron serdana Fransayê dike
12:19 AM - 2026-09-12 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
10:01 AM - 2026-09-11 -
Şoreş Îsmaîl: Yekxistina temamî ya pêşmergeyan bi serkeftin bi dawî hat
07:28 PM - 2026-09-10
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11 Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
06:21 PM - 2026-09-11
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
01:23 PM - 2026-09-11
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
12:08 PM - 2026-09-11
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
09:46 AM - 2026-09-11
zortrin xwendraw
-
Li Bexdayê banê avahiyekê hilweşiya: Kesek mir û 13 birîndar
Êraq 12:08 PM - 2026-09-11 -
Husiyan Bab El,Mendeb kontrol kirin
Cîhan 01:23 PM - 2026-09-11 -
Salvegera damezrandina kenala dayîk de
Kurdistan 09:46 AM - 2026-09-11 -
Îraq û Tirkiyê reşnivîsa dawî yê peymana cîbixîkirina rêya geşepêdanê îmzekirin
Êraq 06:21 PM - 2026-09-11 -
Dahata hefteya borî zêdetir ji 7 milyar dînare
Kurdistan 09:06 AM - 2026-09-11 -
Tevgera li tengava Hurmizê şûnda çûye
Cîhan 10:08 AM - 2026-09-11 -
11 September Destpêka yekhelwêstiya cîhanê li dijî terorîzmê
Cîhan 10:01 AM - 2026-09-11 -
Serok Bafil banga rûbirûbûna li dijî tundrewiyê û xebatê ji bo aştî, ewlekarî û mirovahiyê dike
Kurdistan 07:41 PM - 2026-09-11




.jpg)

Aplîkêşin

