Emad Ehmed: Medyaya YNKê weke her car cidî û berpirsyare
Kurdistan 06:47 PM - 2024-10-19
PUKMEDIA
Rojnamavanên YNKê
Berpirsê Buroya Ragihandinê ya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê (YNK) Emad Ehmed li gel Berpirsê Bordî Medya Letîf Nêrweyî serdana hemû kenal û organên medyayî yên YNKê kir.
Emad Ehmed di van serdanan de pîrozbahî li hevalên desteya ragihandinê, rêveber, rojnamevan û kadroyên ragihandinê yên YNK'ê kir ku rola wan a pêşeng di pêşengtiya daxwazên gel û sererastkirina rêya rêveberiyê de heye.
Emad Ehmed got:“Em kêfxweş in ku piştî guhertinên me, medyaya YNKê weke her car giran û bi berpirsyarî û bi hêz û şiyana baştir û bi pirensîpên pîşeyî di gihandina peyamên xelkê de û YNKê bi rastgoyî bernameyên xwe araste kir, ku divê me han bide xizmetkirina pirsên netewî.
Bila gelê me bi heman siyaset û rêya rêberê me Serok Mam Celal û emaneta xwîna şehîdan bidome û ti carî nekeve bin bandora çapemeniya xapandinê.”
Wekî ku wî got:“Erkê we ye ku weke her carê di vê guhertinê û serdema serrastkirina rêya şaş a rêveberiyê de pêşengiyê bikin, ji ber ku YNK bi serokatiya Serok Bafil dê bi îradeya welatiyan serkêşiya vê guhertinê bike û saziya me bihêz bike.
Di heman demê de Letîf Nêrweyî tekez kir ku medyaya YNKê dê li ser heman siyaseta rast û derûnî ya medyayî li ser karê xwe berdewam be û heta armancên bilind ên gelê me û serkeftina me jî dê ligel xelkê bimîne.
Ji bo beşdarbûna hemû rojnamevanên YNKê spasiya wan kir.Di kampanyaya hilbijartinê de jî nûbûn kirin û modeleke medyayî ya nû û serkeftî pêşkêş kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

