Serkirdayetiya YNK hilbijartin û encamên xwe dinirxîne
Kurdistan 10:59 AM - 2024-10-24
PUKMEDIA
Civîna encumena serkirdayetiya YNK
Serokê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî îro
serpereştiya civîna Encûmena Serkirdatiyê dike ku ev yekemîn civîna encûmenê ye
piştî hilbijartinên gera şeşem a parlamentoya Kurdistanê.
Berdevkê Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê Seidî Ehmed Pîre ji PUKMEDIA re wiha got: Civîna
encûmena serkirdatiyê ji bo nirxandina hilbijartinan, encam û mijarên girêdayî
wê tê lidarxistin.
Di du rojên derbasbûyî
de Serok Bafil serpereştiya civîna Mekteba Siyasî kir. Li gor daxiyaniya
mekteba siyasî: Gel û hevrêyên Kurdistanê beşdarî kampîn û dengdanê bûn, ku
serweriyeke mezin di duqatkirina dengên YNKê de tomar kir û bi kampîna xwe ya
bi coş a bi serokatiya Serok Bafil, karî peyama serrastkirina rêbaza
desthilatdariyê û avakirina hevsengiya hêz bikin. Her ev peyam dê bibe
nexşerêya siyaseta paşerojê ya YNKê di nûkirina demokratîk û dadperwerane ya
proseya siyasî û sîstema desthilatdariyê di hemû waran de, ku hemû jî dê
xizmeta jiyan û jiyana gelê me dibe.
Civîna berê ya
Encûmena Serkirdatiya YNKê, roja 1/9/2024 li bajarê Hewlêrê ku bi serokatiya
Serokê YNKê Bafil Celal Talebanî hatibû lidarxistin ku mijara sereke ya
amadekariyên YNKê bû ji bo kampîna hilbijartinên 20ê Cotmehê ku têde YNK dengên
zêde bi destxist.
Li gorî encamên
destpêkê yên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan, Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê (YNK) di gera şeşem a hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê li 4
bazneyên dengdanê 408 hezar û 141 deng bidest xistiye, ji wan li Hewlêrê 110
hezar û 353 deng, li Silêmaniyê 256 hezar û 813 deng, li Duhokê 28 hezar û 445
deng û li Helebce jî 12 hezar û 530 deng bidest xistine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

