Fireksiyona YNK: Tewtîn pirsgirêka mûçe bi yekcarî çareser dike
Kurdistan 04:29 PM - 2024-11-01
PUKMEDIA
Dînarên Êraqî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Encumena Nûneran de tekezî li ser pêwîstiya
cîbicîkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ( tewtînkirin)li gel bankên
federal kir ji bo misogerkirina dabeşkirina mûçeyan.
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Sirwe Mihemed ji
PUKMEDIA re ragihand: Ji bo garantîkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê,
divê mûçe li bankên federal bên tewtînkirin û pirsgirêkên berê bên çareserkirin
û dûbare nebin.
Wê got jî: Tewtînkirin pirsgirêka pilebilindkiirna karmendan
çareser dike û wek parêzgehên din, karmend li Herêma Kurdistanê jî dê ji
bilindkirina kar sûd werbigirin.
Hewldan berdewam in
Hewldanên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo cîbicîkirina biryara Dadgeha Federalî ya ji bo tewtînkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê di bankên federal de berdewam in.
Di vê derbarê de raportorê Yekîtiya Niştimanî Kerwan Yarwês di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî dest bi kampîna komkirina îmzeya nûneran li ser yadaştnameyê ji bo piştevanîkirina biryara Dadgeha Federalî ya derbarê tewtînkirina mûçeyên karmendên herêmê di bankên hikûmeta Êraqê de kir.
Kerwan Yarwês her wiha got: Heta niha 125 parlamenteran li ser yadeştnameya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê îmze kirine ku di nav wan de 10 serkirdeyên fireksiyonan hene û dê kampîn ji bo komkirina îmzeyên zêde berdewam be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

