Şêx Cafer: Divê kabîneya nû li ser esasê berjewendiyên welat bê avakirin
Kurdistan 02:54 PM - 2024-11-04
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê
Cîgirê Serok û Konsulê Giştî yê Almanyayê
Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê Şêx Cefer Şêx Mistefa pêşwaziya Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê Albrecht von Wittke û Kolonel Ritter Fermandeyê Leşkerî yê Hêzên Hevpeymaniya Almanya û şandeke pê re kir. Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî û emnî yên Iraq û navçeyê, peywendiyên Almanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê, encamên hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û pêkanîna kabîneya nû û pirsgirêkên daliqandî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û çawaniya çareserkirina wan gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê rola hêzên Almanya di hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê de û alîkariya wan bo Iraq û Herêma Kurdistanê bilind nirxand. Her wiha balkişand li ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û encamdan û pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê û hêvî xwest ku di demek nêzîk de li ser esasê berjewendiyên welat û dabînkirina refaha xelkê, kabîneya nû ya hikûmetê were pêkanîn.
Ji aliyê xwe ve şanda mêvan tekezî li ser berdewamî û pêşkeftina peywendiyên welatê xwe li gel Herêma Kurdistanê û Iraqê kir.Di hevdîtinê de rola Serokatiya Herêma Kurdistanê di destpêşxeriya çareserkirina pirsgirêkan de bilind nirxand û diyaloga di navbera aliyên siyasî yên Iraq û navçeyê de ji bo derbaskirina pirsgirêkên li pêşiya proseya siyasî û rêkeftinên navbera Hewlêr û Bexdayê girîng dîtin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

