Serjimêriya nifûsê dê kurdbûna navçeyên nekok piştrast bike
Kurdistan 01:33 PM - 2024-11-10
PUKMEDIA
Navçeyên Kurdistanî
Biryare di vê mehê de serjimêriya giştî ya hemû navçeyên Êraqê
û Herêma Kurdistanê de were kirin, ev serjimêriya ji kurdan re gelekî girînge
bi taybet li navçeyên nekok ji berk u kurd li wir pirtirin û ji ber siyasetên
koçberkirin û erebkirinê, rêjeyeke mezin ji xelkê kurd ji wan deveran koçber
bûne, ji ber wê jî vegera wan girîngr bo beşdarbûnê di serjimêriya giştî de.
Serjimêrî gelekî girîng e
Endamê lijneya hemahengiya serjimêriya Kerkûkê Avêste Mihemed di hevpeyvîneke taybet de ligel PUKMEDIA ragihand: Serjimêriya vê carê gelekî girîng e, bi taybetî li parêzgeha Kerkûkê û her welatiyekî Kerkûkî ku li her deverekê be dive vegere û beşdarî serjimêriyê bibe.
Got jî: metirsî hene ku hemwelatîyên Kerkûkê li derveyê Kerkûkê bin û eger li bajarê xwe navê xwe tomar nekin wek xelkê Kerkûkê di warê erkdarkirin û dabînkirina xwarinê de, ji bilî mafê dengdanê ti mafên wan li parêzgehê namînin. û hemû îmtiyazên wan dê derbasî parêzgeha ku lê hatine tomarkirin bibin.
Got jî: Pêvajoya serjimêrî dê rojên 20 û 21 vê mehê birêve biçe û divê hemû welatî li malên xwe bimînin û belgeyên fermî pêşkêşî tîmên serjimartinê bikin.
Erkeke neteweyî ye
Avêsta Şêx Mihemed dibêje: Xelkê Kerkûk û navçeyên Kurdistanî erkeke niştimanî li ser mile wane bi beşdariya di serjimêriya giştî ya nifûsa giştî de a di 20/11/2024, û pêwîste hemû welatî di wê rojê de û li bajarê xwe yê resen beşdar bibin.
Got jî: Divê em li ser vê dosyeya giring a neteweyî hizir bikin ku ji bo parastina navçeyên nekokbar ev çendîn sal in qurbaniyan didin ji ber wê beşdarbûn di di vê serjimariyê de ne kêmtirî girîngiya wan qurbaniyan e. Divê xelk vegerin warên xwe û beşdarî serjimêriya giştî bibin, ji ber ku ev serjimêrî dê bibe bingehê hemû biryar û dosyeyên pêşerojê.
Divê em bi girîngî bi serjimêriyê re mijul bin
Avêsta Şêx Mihemed dibêje: Ev amar ji bo Kurdan gelek girîng e, bi taybetî ji bo madeya 140, divê Kurdbûna Kerkûkê were îsbatkirin û rêjeya Kurdan li wê parêzgehê were zelalkirin, ji ber ku eger Kurd li wir bibin kêmîne emê rûbirûyê zehmetiyên mezin bibin di cîbicîkirina maddeya 140 de. Divê xelkê Kerkûkê bên bajarê xwe û kurdbûna Kerkûkê îsbat bikin .
Got jî: Siyasetên koçberkirin û erebkirinê û çaresernekirina kêşeyan bû sedema koçberbûna xelkê resen ên Kerkûkê ji bajarên xwe bo deverên din, lewra divê her kes vegere warên xwe û beşdarî serjimêriya giştî ya xelkê bibe. ev erkeke netewî û niştimanî ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Pêwendiyên di navbera Herêmê û Çîk de di warê çandiniyê de tên xurtkirin
05:21 PM - 2026-07-28 -
Wezareta Samanên Xwazayî derbarê benzînê de çend biryar dan
04:43 PM - 2026-07-28 -
Seidî Ehmed Pîre pêşwazî li şandeke Rêxistina Bangewaziya Jenev kir
02:22 PM - 2026-07-28 -
Çaremîn Korbenda Perwerdehiyê ya Kurdistanê birêve diçe
10:20 AM - 2026-07-28
zêdetir tamaşe bike
Serokomar: Parastina ewlehiya avê û nehêştina şopên guherîna avhewayê
04:07 PM - 2026-07-28
Erdhejek bi hêza 7.1 pile Japoniya hejand
03:34 PM - 2026-07-28
Serokwezîr di serdaneke fermî de gihîşt Enqereyê
01:29 PM - 2026-07-28
Dezgeha Asayîşê hejmareke asewarên sedsala 12 radestî mûzexaneya Silêmanî kir
12:16 PM - 2026-07-28
zortrin xwendraw
-
Perlemana Iraqê 7 biryaran li dijî gendeliyê derdixe
Êraq 08:51 PM - 2026-07-27 -
Pêvajoya Çaksaziya Pêşmerge û Çarenivîsa Piştgiriya Navneteweyî
Kurdistan 03:22 PM - 2026-07-27 -
YNKê piştî 12 salan baregeha xwe li Gir Uzêr ya Şingalê vekir
Kurdistan 06:36 PM - 2026-07-27 -
Cîgirê Serokê Herêmê bi Konsula Giştiya Mecaristanê re civiya
Kurdistan 03:54 PM - 2026-07-27 -
Pileyên germê bilindbûneke nûh tomar dike
Kurdistan 10:12 AM - 2026-07-28 -
Dana Gas dest bi zêdekirina hilberîna xaza Kormorê dike
Kurdistan 11:32 PM - 2026-07-27 -
YNKê gelek derman ji bo nexweşxaneyên Germiyanê dabîn dike
Kurdistan 05:42 PM - 2026-07-27 -
Derbaz Kosret Resûl: Tenê bi pêkve dikarin xizmeta zêdetir bikin
Kurdistan 08:35 PM - 2026-07-27




.jpg)

Aplîkêşin

