Li Şarezûrê îshal û vereşîn hatin kontrolkirin
Kurdistan 05:32 PM - 2024-11-11
Ofîsa tenduristiyê ya Silêmaniyê
Tîmên Yekîneya Av, Laboratorî, Çavdêriya Tenduristî
Îshal û vereşîna li Şarezorê piştî çar rojan hat kontrolkirin û tenê 4-5 nexweş li nexweşxaneya Reûf Begê mane ku rewşa wan a tenduristiyê baş bûye û dê di demeke nêzîk de ji nexweşxaneyê derkevin.
Ji destpêka vê hefteyê ve li Şarezûr ji nişka ve îshal û vereşîn derketiye. Hejmara enfeksiyonan di nav çend rojan de derket 2,800 kesî.
Li gor zanyariyên PUKMEDIA yê, tenê 4-5 kes di bin dermankirinê de mane û jêderekî tendirustî li nexweşxaneyê jî ragihand: “Ji ber hejmara zêde ya nexweşan di çend rojên borî de, beşek ji nexweşan hatin dermankirin û şandin malê.
Wî jêderî got: “Hejmara tûşbûyan 2 hezar û 800 kes derbas kiriye, ji ber ku gelek nexweşên din ji aliyê xizmên xwe ve bo nexweşxaneyên Silêmaniyê hatine şandin, lê niha ti metirsî nîne û di bin kontrolê de ye.
Piştî lêkolîna lezgîn a Komîteya Bilind a Tenduristî û Lêkolînê ya li ser rewşê, derket holê ku ava vexwarinê ya herêmê bi ava kanalîzasyonê tevlîhev bûye û ji ber wê jî îshal û vereş derketine.
Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li welatiyan kir ku depoyên avê vala bikin û êdî ji bo vexwarinê bikar neynin.
Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Tendirustiya Silêmaniyê, tîmên yekîneya avê, laboratuar, çavdêriya tenduristiyê û nexweşiyên veguhêz ên li Rêveberiya Pêşîlêgirtina Tenduristiya Silêmaniyê di xizmeta welatiyên navçeya Şarezûr de berdewam in û ji bo ceribandina ava vexwarinê dixebitin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

