Serjimariya giştî ya nifûsê di roja duyemîn de berdewam dike
Kurdistan 01:42 PM - 2024-11-21
PUKMEDIA
Serjimêriya nifusê
Îro Pêncşemê, tîmên serjimêrî yên proseya serjimêriya giştî
ya niştecihan di roja xwe ya duyemîn de li seranserê Êraq û Herêma Kurdistanê kar
û xebatên xwe dewam dike.
Proseya serjimêriya giştî ya nifûsê duh danê sibê, dest pê
kir û wê heta nîvê îşev berdewam bike, ku serjimarvan dê serdana her malekê
bikin daku daneyan piştrast bikin.
Serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan li Êraqê di sala 2024an
de yekem serjimêriya nifûsê ye li welat ji sala 1997an ve. Zêdetirî 120,000
serjimarvan li hemû navçeyên Êraqê belav bûne di proseyê de, û zêdetir ji 70
pirs ji her malbatekê tê kirin. Qedexeya hatinûçûnê li seranserê Êraqê hatiye
ragihandin û dê heta nîvê şeva îro Pêncşemê berdewam be .
Neteweyên Yekbûyî pesnê serjimartinê dide
Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî li Êraqê
û Serokê Nûnertiya Netewên Yekgirtî bo Êraqê (UNAMI) Dr. Mihemed Hesan pesna yekem
serjimêriya nifûsê ku ji 27 salan li Êraqê tê birêve birin da û giringiya wê di
plan û projeyên pêşerojê jî.
Hesen pesna proseyê û hewldanên mezin ên hikûmetê ji bo
serxistina wê kir û got: Êraq di qonaxeke dîrokî re derbas dibe û tiştên ku îro
me dîtin gavên girîng in ji bo paşerojê. Ev serjimêrî ber geşepêdanê ve diçe û
pêşketinên dewletan bi piranî bi serjimartinê ve girêdayî ye. Xebatên ku me îro
dîtin, baweriya bi pêvajoyê û cidiyeta pêkanîna wê, bi hevkariya teknîkî ya bi sindoqa
nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî re piştrast dike.
Hesen, hewlên xebatkarên meydanî û alîkariyên teknîkî yên
sindoqa nifûsê ya Neteweyên Yekbûyî di serkeftina operasyonê de bilind nirxand
û daxwaza beşdarbûn û hevkariyê ji bo berjewendiya Êraqê kir.
Amaje bi wê yekê jî kir ki serjimêriya nifûsê ji bo
dabînkirina maf û gihandina xizmetên giştî, dabeşkirina adil a çavkaniyan di
navbera herêmên cuda de, û plansaziya li ser bingeha pîvanên zanistî yên nûjen
e, bi navê min û bi navê Neteweyên Yekbûyî em pîrozbahiyê li we û xelkên Êraqê dikin
û hêviya serkeftinê ji bo Êraqeke baştir dixwazim.
400 milyar dînar ji bo serjimêriyê
Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimariya Giştî ya Niştecih û xanian li Herêma Kurdistanê Mehmûd Osman di hevpeyvîneke taybet de ligel PUKMEDIA ragihand: Zêdetirî 400 milyar dînar ji bo serjimêriya giştî ya nifûs û niştecihan li Êraq û Kurdistanê hatiye terxankirin. Li Herêma Kurdistanê prose bi awayekî baş dimeşe, em bang li welatiyan dikin ku di rojên 20 û 21ê de li malên xwe bimînin û bi tîmên me re hevkariyê bikin, ji ber ku li Herêma Kurdistanê serjimêriya rast û zanistî heye û gelekî girînge.
Rêveberê Cîbicîkar ê Serjimêriya Giştî ya Herêmê diyar kir: Pir girîng e welatiyên Herêma Kurdistanê û navçeyên nekok di proseyê de beşdar bibin û bersiva 70 pirsên ku ji wan hatine kirin, bidin, ji ber ku her yek ji wan Pirs armanceke wê ya taybetî heye.
Piştî 27 salan serjimariya yekem
Xala 11 a Qanûna Amar û Agahiyên Erdnîgarî ya sala 2023'an destnîşan dike ku her 10 salan carekê serjimêriya giştî ya nifûs û xaniyan bê kirin.
Serjimêriya sala 1957an serjimêriya dawîn bû di serdema padîşahiyê de û serjimariya sala 1965an jî yekem serjimêriya serdema komarê bû,û di 1977, 1978, û di 1997 de bêy beşdarbûna Herêma Kurdistanê serjimêrî hat kirin.
Serjimêriya niha xwedî girîngiyeke mezin e ji ber ku 27 sal piştî serjimêriya dawî ya nifûsê li Êraqê tê encamdan, û ew proseyeke geşepêdanê ye ku dê beşdarî nûkirina dane û nîşaneyên xeta hejariyê li Êraqê bike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

