Ji ber nebûna mûçeyan li Silêmanî Xwepêşandanan dest pê kirin
Kurdistan 11:20 AM - 2024-12-07
PUKMEDIA
Xwepêşandan
Îro danê sibê (07-12-2024) an, ji ber paşdaketina mûçeyan; mamosta
û beşek ji fermanberan li ber avahiya Perwerdeya Rojava bi merema xwepêşandan û
nîşandana ne razîbûnan kom bûn û cade daxistin.
Li gor zanyariyên
PUKMEDIA, mamosta û fermanberên xwepêşander daxwaz ji hikûmeta Herêma Kurdistan`ê
û berpirsên wê kirin ku mûçeyên heyvên (10, 11 û 12) bi hevre dabeş bikin; û
êdî mûçe neyên paşxistin.
Her waha mamostayên
ne razî gotin: Kabîneya nehem kabîneyek têkçûyî ye û serokatiya wê kabînê
karesat li herêma Kurdistan`ê dirust kiriye û jiyana kesan têk daye, ji ber wê
jî em dê hemû tedbîran li hember wan bigirin û em pesend nakin.
Ev yek di demekê de
ye ku; Wezareta Darayî ya Êraq`ê ev hefteyek e 763 Milyar Dînar radestî
Hikûmeta Herêma Kurdistan`ê kiriye, lê bi behaneya kurtanîna mûçeyan heta niha
hikûmetê lîsta mûçeyên meha Cotmehê eşkere nekiriye ku kêmasiya vê mehê jî 250 Milyar
Dînar e.
Li gorî daxuyaniya
Wezareta Darayî, dahata Herêma Kurdistan`ê ya ji derveyî neftê mehane 300 Milyar
Dînar e û li gorî pêdaçûnên PUKMEDIA hikûmeta Herêma Kurdistan`ê dikare pişta
xwe bi dahata navxwe ve bigire daku kêmasiya mûçeyan tijî bike;di demekê de ku;
Endamê Parlemana Êraq`ê Soran Omer ji kenalên medyayê re ragihandibû ku Hikûmeta
Herêma Kurdistan`ê dahata şeş mehan ji Êraq`ê re ne şandiye, ku digîhje zêdetirî
1 Trîlyon û 800 Milyar Dînar.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

