Piştî zêdetirî 50 salan desthilatdariya malbata Esed bi dawî bû
Cîhan 04:43 PM - 2024-12-08
PUKMEDIA
Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed
Hikûmeta Beşar Esed piştî 24 salan hilweşiyaye û serok
komarê berê yê Sûriye bi firokeyê berbi cihekî ne diyar çûye; Serokê hilbijartî
yê Emrîka Donald Trump ragihand ku Esed welatê xwe bi cih hêlaye û careke din
Rûsya wî naparêze.
Di heman demê de piştî ku grûpên çekdar yên Sûriyê bi
serkêşiya Rêxistina Tehrîr El-Şam derbasî paytexta Sûriyê Şamê bûn û rûxandina
hikûmeta Beşar Esed ragihandin, wan got: Ev serdema tarî li Sûriyê bi dawî bû û
serdemek nû dest pê dike.
Esad ji Şamê derket
Ajansa nûçeya ya Ruters li ser zarê du efserên artêşê ji ragihand
ku piştî ku çekdarên Tehrîr Elşam nêzîkî navenda Şamê bûn;Beşar Esed serokê
Sûriye bi firokeyê ji bajarê Şam ya paytexta Sûriye berbi cihekî ne diyar çûye.
Trump hilweşandina rêjîma Beşar Esad ragihand
Serokê hilbijartî yê Emrîka Donald Trump îro danê sibê
rêkefta (08-12-2024) an bi fermi hilweşandina
Serokê Sûriyê Beşar Esed ragihand.
Donald Trump di nameyekê de li ser tûra xwe ya civakî ku arsteya Rûsya û Îranê kiriye têde ketina desthelata Esed ragihand û got: Esed
welat terikand û reviya û Rûsya careke din wî naparêze.
Hêzên hikûmetê parastin nekirin
Li gorî nûçeya Reutersê, grûpên çekdar ragihandin ku hêzên
hikûmetê paytext Şamê neparastin û xwe teslîm kirin.
Serdemek nû dest pê dike
Piştî ku grûpên çekdar bi serokatiya Rêxistina Tehrî El Şam gihîştin
nav bajarê Şam`ê û rûxana hikûmeta Beşar Esed ragihandin amaji bi wê yekê kirin
ku; ev serdema tarî li Sûriyê bi dawî bû destpêka serdemek nû dê dest pê bike.
Sûriye dê li jêr çavdêriya serok wezîrên berê de bimîne
Ehmed Şera (Ebû Mihemed el-Colanî), serokê Rêxistina Tehrîr El-Şam,
piştî gihîştina Şamê got: Nêzîkbûna saziyên giştî li Sûriyê qedexe ye û saziyên
giştî di bin çavdêriya Mihemed Xazî Celalî serok wezîrên berê yê Sûriyê de
dimîne.
Serok wezîr dernakeve derveyî welat
Serokwezîrê berê yê Sûriyê Mihemed Gazî Celal di peyameke
vîdyoyî de ji gelê Sûriyê re got: Ez ji mala xwe derneketiye û ez ê ji welat
dernekevim;her weha daxwaz ji welatiya kir ku ziyanê negihînin mulkê giştî ji berk
u di dawiyê de ew mulkên we ne.
Desthilatdariya malbata Esed bi dawî bû
Serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed piştî mirina bavê xwe Hafiz
Esed di sala 2000 de bû serok komarê Sûriyê û 24 salan li ser kar ma; îro danê
sibê roja Yekşemê rêkefta (08-12-2024) an gûpîn çekdar yên bi serokatiya
Rêxistina Tehrîr El Şam çûn nava bajarê Şam ya paytexta Sûriyê û di daxuyaniyekê de ragihandin ku; piştî derbazbûna
50 salan li ser zilm û zordariya rejîma Be`is û 13 salên tawan û zordariya
dersînorkirinê, piştî têkoşînek dem dirêj û rûbirûbûna bi her curê hêzên
dagirker re, em dawiyê li vê serdema tariyê
tînin û em destpêka serdemeke nû ji bo Sûriyê radigihînin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

