Serok Bafil: Şehîd Akam Kurdistan di dilê xwe de hilgirt
Kurdistan 01:36 PM - 2024-12-12
PUKMEDIA
Akam Omer Fermanderê Hêzên Komendo
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di duyemîn salvegera şehîdbûna fermandar Akam
Omer de peyamek belav kir û têde ragihand: Şehîd Akam li dijî yek jî hêzên herî
hov ên dîrokê rawestiya û parastina Kurdistanê û gelê wê kir. Wî Kurdistan di
dilê xwe de hilgirt û di dawiyê de ji bo wê jî tevlî refên şehîdan û karwanê
şehîdan bû.
Naveroka peyamê:
Em îro bi xemeke kûr û wefadariya herheyî salvegera şehîdbûna birayê xwe
Fermandar Akam Omer ku sembola mêrxazî û lehengiya rêya azadî û edaletê ye bi
bîr tînin.
Tişta ku şehîd Akam da xaka Kurdistanê ne hindik bû li
hember yek ji hêzên herî hov ên dîrokê rawestiya û bi cesareteke bê wêne xaka
Kurdistanê û gelê wê parast, wî Kurdistan di dilê xwe de hilgirtibû û tenê ji
bo axa xwe serkeftin û aramî dixwest.
Piştî şehadeta Fermandar Akam Omer me soz da Hêzên Komando
yên Kurdistanê ku berhema xebat û têkoşîna wî bû, ku bihêztir û mezintir bikin,
me soza xwe bi cih anî û niha ew hêz ji her demê bihêztir e. ji her demê
zêdetir amadeye rûbirûbûna dijminên Kurdistanê be, Hemû Pêşmerge bi rihê yekîtî
û wêrekiya ku ji şehîd Akam fêr bûne, amadene xwîna xwe ji bo xatirê Kurdistanê
bidin.
Silav li ruhê şehîd Akam û hemû şehîdên Kurdistanê be..
Serbilindî ji bo malbatên berxwedêr
Bafil Celal Talabanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

