Latîf Nêrweyî: Yekîtiya Niştimanî piştevaniya tewtînkirina mûçeyên karmendan dike
Kurdistan 10:03 AM - 2024-12-22
PUKMEDIA
Berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Latîf Nêrweyî
Berpirsê Burda Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Latîf Nêrweyî tekez kir ku tewtînkirina mûçeyên karmendan karekî yasayî ye û
Yekîtiya Niştimanî piştevaniya wê dike ku karmend di bankên federal de mûçeyan
tewtîn bike.
Latif Nêrweyî ji PUKMEDIA re ragihand: Serok Bafil Celal
Talebanî û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştevaniya tewtînkirina mûçeyên
karmendan dikin ji ber ku ev karekî yasayî ye û di çarçoveya biryara Dadgeha
Federalî de ye.
Got jî: me pêngavên yasayî ji bo tewtînkirina mûçeyên
karmendan avêtine û li dadgeha paytext Bexdayê doz vekiriye û em li benda
encamdana dozê ne û hêvîdar in ku biryara guncaw di berjewendiya xelkê de be.
Berpirsê desteya ragihandinê got: Yekîtiya Niştimanî ji bo
baştirkirina rewşa jiyana welatiyan dest ji hewlên xwe bernedaye û tîma
Yekîtiya Niştimanî di hikûmeta federal û civata nûneran de li ser karên xwe yên
di vî warî de berdewam in, û li ser asta bilind a hizbî her wiha Yekîtiya
Niştimanî ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyên fermanberên herêmê xebatên xwe
didomîne.
Wî eşkere kir û got: Yekîtiya Niştimanî ti carî ji parastina
mafên mûçegiran li herêmê dudilî nebûye û ji bilî vekirina dozê, me tedbîrên
yasayî girtine ji bo cîbicîkirina mûçeyên karmendan li gorî biryara Dadgeh Bilind
a Federalî û em ê di demeke nêz de gavên din bavêjin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)



.webp)
Aplîkêşin

