Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî.. Xebatên berdewam ji bo dîtina zarokên winda yên Helebce
Kurdistan 12:28 PM - 2025-01-23
PUKMEDIA
Helebce
Fireksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li civata
nûneran kar bo vegerandina zarokên winda yên bajarê Helebce dike û di vê
derbarê de nameyeke fermî ji wezareta derve re şandiye.
Nûnera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Çiro Hema Şerîf ji
PUKMEDIA`yê re ragihand: Me pirsa zarokên windabûyî yên bajarê Helebce li
civata nûneran anî ziman û biryar hat dayîn ku şandeke parlementoyê ligel
aliyên peywendîdar serdana komara Îslamî ya Îranê bikin ji bo dîtina van
zarokên wenda.
Wê her wiha got: Li ser daxwaza me civînek di navbera
Dezgeha Şehîdên Federal, wezaretên navxwe û derve, wezaretên tendirustî û şehîd
û enfalê yên hikûmeta Herêma Kurdistanê û konsulxaneya Îranê ji bo
gotûbêjkirina dosyeya windayan hate lidarxistin.
Wê diyar kir: Li gor amarên ku di destê me de ne, 74 malbat
li benda diyarkirina çarenivîsa zarokên xwe yên winda ne, ku hejmara wan 211
zarokin ku di dema bombebarankirina wî bajarî bi çekên kîmyayî di sala 1988`an
de çûne Komara Îslamî ya Îranê.
Amaje bi wê yekê jî kir ku, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
her sal dema bibîranîna karesata Helebçeyê di 16ê Adarê de xizmeteke nû pêşkêşî
xelkê vî bajarê şehîdan dike û îsal jî em dixwazin xizmeteke din pêşkêş bikin,
ku ew jî dîtina wan zarokên winda ne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
Qubad Talebanî: Kompaniyên biyanî han didin ku werin Kurdistanê
04:19 PM - 2026-10-26
Amanc Celal: Silêmanî di baştirîn qonaxa avakirinê de ye
03:14 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26 -
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
Kurdistan 07:09 PM - 2026-10-26

.jpg)


.webp)

Aplîkêşin

