Navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de gavên baş hatine avêtin
Kurdistan 05:35 PM - 2025-02-05
Nivîsgeha Ragihandinê ya Qubad Talebanî
Qubad Talebanî bi Serkonsulê Tirkiyê re civiya
Cîgirê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî pêşwaziya Serkonsolosê Tirkiyeyê yê Iraqê Erman Topcu kir .Di hevdîtinê de çendîn mijarên ku ji bo her du alî balkêş in hatin gotûbêjkirin.
Di beşeke vê civîna han de ku roja Çarşemê (05.02.2025) li bajarê Hewlêrê hate encamdan, di derbarê pêşhatên dawî yên siyasî û emnî yên deverê de nêrînên xwe danustandin. Di vê çarçoveyê de Qubad Talebanî tekez kir; Divê hemû aliyên herêmê bi berpirsyarî tevbigerin.
Di mijareke din de rewşa Herêma Kurdistanê û danûstandinên pêkanîna hikûmeta nû hatin gotûbêjkirin. Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr amaje bi danûstandinên navbera YNK û PDKê kir û eşkere kir ku tîmên teknîkî danûstandin bi dawî kirine û em hêvîdar in di demeke nêzîk de bigihin rêkeftinekê bo pêkanîna hikûmeteke ku hêviyên welatiyan pêkbîne.
Di derbarê peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de jî, Qubad Talebanî got ku, ji bo çareserkirina pirsgirêkên darayî gavên baş hatine avêtin û piştî pesendkirina sererastkirina bûdceyê, hawirdoreke guncaw ji bo çareserkirina pirsgirêkan û nakokiyên din ên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de hatiye çêkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

