Desteya Ragihandinê ya YNK'ê: Medya li aliyê din ê nûçeyê ne rast belav dike
Kurdistan 07:23 PM - 2025-02-10
PUKMEDIA
Desteya Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Medya li aliyê din hîsterîk e û nûçeyê ne rast belav dide di heman demê de êrişî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), mamoste, karmend û serokomar dike.
Li gor îdiayan êrîşa li ser YNKê li pişt xwepêşandan û grevên mamostayan e, yanî piştgiriya daxwazên mamosta û mûçeyan dike Belê, YNK ne tenê piştgiriya daxwazên rewa yên mamosta û karmendan dike YNKê hertim li ser cîbicîkirina vê pirsê îsrar kiriye û hemû tedbîrên siyasî, îdarî û yasayî ji bo bidestveanîna vê armancê girtine. Di serdana Serok Bafel Talebanî ya Bexdayê û hevdîtinên li gel berpirsên hikûmet û partiyan yên li Bexdayê de, mûçeyên karmendên hikûmeta Herêma Kurdistanê hertim bûye mijara sereke ya rojeva wê.
PDK dibêje beşek ji mamosta û karmendên ku hewl dane biçin Hewlêrê, endamên PKKê ne û dixwazin aramiya bajêr têk bidin û metirsiyê li ser Hewlêrê çêbikin.
Ev peyam şaş e, her çend kes ji wan bawer nake, ji ber ku ji aliyekî ve bi hezaran welatî, kesayetiyên siyasî û civakî, rewşenbîr, mamosta û karmend serdana konên grevê kirine û rojane li ber medyayê di bin kon de diaxivin.
Xelkê Hewlêrê bi wan gotinên şaş bawer nakin ku divê kadroyên PKKê ji Silêmaniyê biçin Hewlêrê û aramî û asayîşa bajêr têk bidin, ji ber ku hêzên PKKê li Mergasur, Sidekan, Soran, Çoman û Rewanduz baregehên xwe hene. Dixwazin van tohmetbaran bikin hincet û rê li ber xwepêşandanan bigirin û zextê li mamosta û karmendan bikin.
Ya herî ecêb êrîşa li dijî serokomarê Iraqê ye, lê Serokomarê Iraqê Letîf Reşîd ji bo çareserkirina pirsgirêka mûçeyê li dijî serokwezîr û wezîrê darayî yê Iraqê doz vekir diviyabû giliyê serokomar ji bo dilniyakirina xelkê ji bo çareserkirina mûçeyên fermanberên herêmê bihata kirin, lê ew bi gilî û rexneyên neguncayî belav dikin.
Wekî din binavkirina mamosteyên ku doza mafên xwe yên rewa dikin wek vîrus, PKK, komên berxwedanê û têkbirina ewlekariya herêmê ji xeynî dûrketina ji exlaqê medyayê tu wateyeke din nade.
Beşa Çavdêrî û Nirxandinê ya Desteya Ragihandinê ya YNK'ê
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
10:49 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
02:34 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
01:24 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
10:53 AM - 2026-10-26
zêdetir tamaşe bike
Trump: Agirbesta bi Îranê re windakirina demê bû
09:21 AM - 2026-10-27
Letîf Nêrweyî: YNKê her tim rexne û raya cuda qebûl kiriye
08:35 PM - 2026-10-26
Koçberên Girê Spî ku vedigerîn malên xwe rastî êrişan hatin
07:09 PM - 2026-10-26
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
05:05 PM - 2026-10-26
zortrin xwendraw
-
Ji bo çêkerên hizrên serdema zêrîn û afrênerê dîrokê
Nêrîn 12:13 PM - 2026-10-26 -
Ber bi avakirina kesayetiya Tevgera Kurdî ve li Sûriyê
Nêrîn 10:22 AM - 2026-10-26 -
Asayişa Herêmê du bazirganên madeyên hişbir girtin
Kurdistan 01:53 PM - 2026-10-26 -
Parêzgara Helebce: Amadekarî ji bo Festîvala Hinar û Payîzê bi dawî bûne
Kurdistan 01:24 PM - 2026-10-26 -
Têkelkirina hêzên YBŞê bi saziyên ewlehiyê yên Îraqê re destpê kir
Kurdistan 02:34 PM - 2026-10-26 -
Lûla da Sîlva di hilbijartinên Brezîlya de serkeftina çaremîn bi dest xist
Cîhan 10:53 AM - 2026-10-26 -
Salvegera şehîdbûna hunermend Qadir Kaban birêveçû
Kurdistan 10:49 PM - 2026-10-26 -
Îlham Ehmed: Em dixwazin nûnertiya Kurdan di nava dewletê de bi cî bikin
Kurdistan 05:05 PM - 2026-10-26

.jpg)




Aplîkêşin

